Mirovê reş dema ku nasnameya ku cîhana spî li ser wî ferz dike qebûl dike hebûna xwe dike sîberek. Ev Sîber, ne bi temamî xwe dibe û ne jî di cîhana mêrê spî de bi temamî tê qebûlkirin Ev rewşa dubendî, di ruhê mirovê reş de birîneke kûr vedike. Ji bo azadbûnê, mirovê reş divê çîroka xwe ji nû ve binivîse, zimanê xwe ji nû ve keşf bike û xwedî li dîroka xwe derkeve. Lê di vê rêyê de, her gav têkoşînek e her peyv serhildanek e
Dema ku ez zimanê xwe diaxivim ez xwe azad hîs dikim ji ber ku ziman dîroka min e ew barhilgirê çanda min e Lê belê dema ku ez neçar dimînim zimanê kolonîzator biaxivim ez hebûna xwe înkar dikim.Ev, celebek xwekuştina manewî ye
Nîjadperestî ne tenê pêşdaraziyek e di heman demê de sîstemek e. Ev sîstem di her gavê de mirovê reş xwe biçûkxistî hîs dike. Çermê reş wekî nifirekê tê hildan û ev nifir wî neçar dike ku rola ku cîhana spî jê re diyar kiriye qebûl dike
Pêşdarazî = befangenheit
Trajediya mirovê bindestkirî ew e ku divê hebûna xwe bi çavên kesên din diyarkirî nas dike. Di bin çavên mêrê spî de, mirovê reş ji mirovbûnê derdikeve û dibe tiştek. Ev nêrîn, azadiya wî ji destê wî digire û nasnameya wî dibe sîberek