Lê herkes dizane ku jiyan ne hêja ye ku were jiyîn. Di bingehê de mirov dizane ku mirina di sî salî de an ya di heftê salî de jî ferq nîne ji ber ku di her du rewşan de jî mirovên din “mêr û jin”dê bi xwezayî bijîn û ev yek bi hezaran salan dê bidome(dewam bike).