Lê herkes dizane ku jiyan ne hêja ye ku were jiyîn. Di bingehê de mirov dizane ku mirina di sî salî de an ya di heftê salî de jî ferq nîne ji ber ku di her du rewşan de jî mirovên din “mêr û jin”dê bi xwezayî bijîn û ev yek bi hezaran salan dê bidome(dewam bike).
Mîna ku ew xezeba kor ez paqij kirime, hêvî ji min dûr xistî; cara yekem, di wê şeva tijî nîşan û stêrkan de, min xwe ji bo bêeleqeya nerm a cîhanê vekirîbû
Hat bîra min ku bi awayekî ezê yekşemeke din jî derbas bikim, dayika min êdî hatibû veşartin, û sibê ezê wek her car biçim kar. Bi rastî, tiştek neguherîbû.