Abdo Moro

Abdo Moro
Ji çîrokên helbestî û helbestên çîrokî hez dike
Keştî Dinya ye, Naxudayê Wê Winda ye!
10/10
·112 syf.··
2025 9. kitabı
Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976’an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in. Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne. F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e? Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê. Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî, kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye. Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye. “Ew çend dûr in kêlîk gava bîr
Di Keştîyekê DeFerit Edgü · Cervantes Yayınları · 20201,065 okunma
Reklam
Puan vermedi·336 syf.··
2021 6. kitabı
Li nav goristana Pere Lachaise gava min çavê xwe li navên nas digerand rastî serê kevirî yê Balzac hatim. Min kulîlka di destê xwe de ber wî kir, rûyê xwe ji min bada. Ez hinekî ponijîm lê zû tê gihîştim çima. Min hê pirtûkeke wî, dilê pirtûkê ye, min hê hevokeke wî nexwendibû. Ez aniha careke din kulîlkekê dirêjî wî dikim.
Vadideki ZambakHonore de Balzac · Can Yayınları · 201852,9bin okunma
Çîrokên Kurt, Rêyên Kor
10/10
·93 syf.··
Beğendi
·
2020 86. kitabı
Jiyan rêyeke dirêj e. Di vê rê de gelek korerê hene ku rêwiyên dane ser vê rêyê hew dikarin jê vegerin. Di vê rêwîtîyê de bidestxistina mirazan gelekî kêm û zehmet e. Di têkçûnê de korerê, di tenêtîyê de, di evînê de, di hevaltî û dostaniyê de, li hemberî mirinê, di mezinbûnê de korerê her hene. Di her qadek û danekî jiyanê de korerêyek heye û kesê ku berê wî/wê neketibiyê nîne. Ev kêlîk û demên têkçûnê kakilê Korerê’yê ne. Korerê li ser bingehekî melankolî lê ne melodramî hatiye lêkirin. Di Korerê’yê de digel çanda xwemalî, xwegihandina çîroka cîhanê jî wekî hewldaneke berbiçav toxmên xwe reşandine. Yanî şêweyê jiyana herêmî û pêjnên çandên dûr û berbelav hene ku ev hevkelijandin gelekî li bejna çîrokan hatiye. Şopên nîhîlîzma Beckett, fantaztîzma Borges, û hûrbijariya çîroknûsên tirk ên nifşê pêncihî di çîrokên Brahîm Ronîzêr de heye. Korerê ji kêlîkên jiyana nûjen pêk tê, ji kêlîkên mirovên bêhnteg û bi tenê. Ji wêneyên jiyana civakî û ya takekesî. Ronîzêr, van kêlîkan, bêhtir jî van êşan carinan wekî wêneyekî rengîn carinan wekî wêneyekî reş û spî radixe ber çavan. Di vê rêwîtîyê de carinan guveguva bayê jiyana rasteqîn dibe melodiyek û tê guhê me û carinan jî der û dergehên asoyekî bêserûber li ber me vedibin. Asoyekî hêmayî… Korerê ji du beşan pêk tê; beşa pêşî Korerê ji heft, beşa duyem Wêneçîrok jî ji duwazdeh çîrokan. Çîrokên di Korerê’yê de bi giştî kurt û sade ne, heta mirov dikare çîrokên di beşa Wêneçîrok’ê de mînîmal jî bihesibîne. Herweha kurtebêjî taybetiyeke sereke ya van çîrokan e. Mirov dikare bibêje ku çîrok ji zêdebariyan azade ne, tu zimangiranî û zimandirêjî di çîrokan de peyda nabe. Di vê pirtûkê de her sê stûnên bingehîn ên hûnerê bihev re tên avêtin; resenî, azadî, afirînerî. Gava çîrokên Korerê’yê bi rêzê bên xwendin tama jiyaneke ji
KorerêBrahim Ronizer · Lis Yayıncılık · 20149 okunma
1/10
·280 syf.··
2020 83. kitabı
Bir yayıncı güzel bir kitabı ancak bu kadar kötü bir hale getirebilir; Kötü bir çeviri, sekiz punto yazılar, her şeyde oldukça aylak. Tek güzel tarafı kapaktaki resim; o da S.Gruca'nın tablosu.
Biri, Hiçbiri, BinlercesiLuigi Pirandello · Aylak Adam Yayınları · 20185,7bin okunma
Puan vermedi
"Bireyselleşmenin sonuna kadar hüküm sürdüğü ama büsbütün kendi tercihlerimize de dayanmayan bir toplumda, bilsek de bilmesek de, istesek de istemesek de, hoşlansak da hoşlanmasak da, hepimiz kendi hayatlarımızın sanatçılarıyız. Her ne kadar kimi araçlardan yoksun olsak da, böylesi bir toplumda, doğru ya da yanlış, kendi yeteneklerimizi ve kaynaklarımızı kullanmak için hayatımızı bir amaca vakfetmek isteriz."
Yaşam SanatıZygmunt Bauman · Ayrıntı Yayınları · 20171,142 okunma
Reklam