Furqan

Ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov Dixwazim bijîn em wekî her mirov Dema em ji qada xwe derxin neyar Jin û mêr ji nû ve dibin dost û yar Bi rûmet dijîn tev çi mêr û çi jin Li te xoş û pîroz dibit ev bejin Tu şal û qedîfe li bejna xwe ke Şeva serxwebûnê bi cejna xwe ke Berê xo bide xwendin û zanebûn Tu xweş ke bi destê xwe her cî û şûn Li kar be, bi kar be wekî her kesî Gula geş be herdem ne pelçilmisî
Reklam
ez dixwazim tu nemir bî ez dixwazim êvarekė bi ewrekî re bibarî tu xelas nebî ez dixwazim sibehekê bi rojê re hil bî û neçî ava belê sed ax ez ne Pûşkîn im ez ne Aragon im dizanî ki me.? dizanî çi me? ez guliyê şengebiyeke bejin tewiyayî me
Êvar e Baran hûr hûr dibare Tenê me Na ne tenê me Diçim Cada tije, xwe bi piyê min girê dide Diçim Di berîka min de Nameyek di nav zerfeke sor de Dilê min î duwemîn e lê dide

Reader Follow Recommendations

See All
ev rêwî li rêça navê xwe digere ev rêwî li rêça çavê xwe digere ev rêwî birîna min e ev rêwî ken û girîna min e ev rêwî Kurdistan e hêlîna yekemîn evîna min e
Derê xwe li min veke Ez dildarê te yê cara me Her zeviya ber derê te me Her tîna berf û barana te me Derê xwe li min veke Ez ew kes im Heta do Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim
Reklam
169 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.