ez dixwazim tu nemir bî
ez dixwazim êvarekė
bi ewrekî re
bibarî tu xelas nebî
ez dixwazim sibehekê
bi rojê re hil bî û neçî ava
belê sed ax
ez ne Pûşkîn im
ez ne Aragon im
dizanî ki me.?
dizanî çi me?
ez guliyê şengebiyeke bejin tewiyayî me
Êvar e
Baran hûr hûr dibare
Tenê me
Na ne tenê me
Diçim
Cada tije, xwe bi piyê min girê dide
Diçim
Di berîka min de
Nameyek di nav zerfeke sor de
Dilê min î duwemîn e lê dide
ev rêwî li rêça navê xwe digere
ev rêwî li rêça çavê xwe digere
ev rêwî birîna min e
ev rêwî ken û girîna min e
ev rêwî Kurdistan e
hêlîna yekemîn evîna min e
Derê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
Her zeviya ber derê te me
Her tîna berf û barana te me
Derê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta do
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim
Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Işev hatime
Ji çinîna baqek ji nêrgizên çavê te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
İşev hatime
Çiriska bajarê yadigar bangî min kir
Bi sima zarotiya xwe ve
Bi xema şorebiya xwe ve
Hatime û venagerim
An digihijim te
An wek momekê dişewitim û dihelim
zevî distirê
bo baran
çiya bo baz
robar û çem bo newestan
roj bo aso
agirperest bo ateşgeh
ba ji bo xunçe
stêr û hîv bo berbang
ez jî bo te Kurdistana'm
ez jî bo te
du term ketin termê du bira
du xewnê wek hev du rengê cuda
du term ketin termê du bira
dûriya navbera wan
kesera dilê dayîk û bav e
mezinên wan jî dilê wan şad e
dûriya navbera wan
masa dijmin û piyala şerab e
Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan, li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Min didît ku çawa li dora bajarê min î şêrîn, dûmana dexl û danê hejarên Kurdistanê bi roj sînga esman tarî dikir. Bi şev jî gurrika agir wê tariya şevê roni dikir. Roj nîne bi dengûbasên van gund û şarên Kurdistanê ez aciz nebim. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xortekî; hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe û deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr û bawerî ji mala xwe dertê û cihê xwe vala dihêle, her ku namûs dihetike, her xaniyên ku bi gulleyan bûne bêjing û li ber roketan mane;
Kurdistana min î enfalbûyî enfal dibe.
Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam
Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand
Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.
Zerrîya xo bi şewan bixemelne
Bi estareyan
Bi kila adiran...
Ez yena
Ez bi şefeqan yena...
Şo!
Şo xo yew helbeste de binimne
Şo behran birişne rêzan ser
Hesiran...
Ez yena
Ez rêça hesiranê to de yena
Ez yena şewanê to...