Gönderi

Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan, li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Min didît ku çawa li dora bajarê min î şêrîn, dûmana dexl û danê hejarên Kurdistanê bi roj sînga esman tarî dikir. Bi şev jî gurrika agir wê tariya şevê roni dikir. Roj nîne bi dengûbasên van gund û şarên Kurdistanê ez aciz nebim. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xortekî; hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe û deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî kurd ku bi bîr û bawerî ji mala xwe dertê û cihê xwe vala dihêle, her ku namûs dihetike, her xaniyên ku bi gulleyan bûne bêjing û li ber roketan mane; Kurdistana min î enfalbûyî enfal dibe. Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.
·
43 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.