ez dixwazim tu nemir bî
ez dixwazim êvarekė
bi ewrekî re
bibarî tu xelas nebî
ez dixwazim sibehekê
bi rojê re hil bî û neçî ava
belê sed ax
ez ne Pûşkîn im
ez ne Aragon im
dizanî ki me.?
dizanî çi me?
ez guliyê şengebiyeke bejin tewiyayî me
Êvar e
Baran hûr hûr dibare
Tenê me
Na ne tenê me
Diçim
Cada tije, xwe bi piyê min girê dide
Diçim
Di berîka min de
Nameyek di nav zerfeke sor de
Dilê min î duwemîn e lê dide
ev rêwî li rêça navê xwe digere
ev rêwî li rêça çavê xwe digere
ev rêwî birîna min e
ev rêwî ken û girîna min e
ev rêwî Kurdistan e
hêlîna yekemîn evîna min e
Derê xwe li min veke
Ez dildarê te yê cara me
Her zeviya ber derê te me
Her tîna berf û barana te me
Derê xwe li min veke
Ez ew kes im
Heta do
Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim
Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim
Şev bû dereng
Çoka min sist bû
Hîv li nav ezman kizirî
Derê xwe li min veke
Işev hatime
Ji çinîna baqek ji nêrgizên çavê te
Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn
Li ser ewrê porê te yê xav
İşev hatime
Çiriska bajarê yadigar bangî min kir
Bi sima zarotiya xwe ve
Bi xema şorebiya xwe ve
Hatime û venagerim
An digihijim te
An wek momekê dişewitim û dihelim