Sema

Sema
@_Amara__
Dem guheriye Janya/ Ji tovên hezkirinê êş şîn dibin êdî.𓃵
Me ji bo şîrê welatan, ji bo hingivê dîrokan serî hilda... Me ji bo sarincan, ji bo ekla xunavan serî hilda... Me ji bo kulavê şivanan, ji bo şîlanê berbangan serî hilda... Me ji bo şîva gêrîkan, ji bo şerefa keviran serî hilda...
Reklam
Ez her tim xew de pinpinîkan dibînim ku baskên wan hatine rakirin. Li ser dar û kulîlkan digrîn. Lê ev pinpinîk ne bi tenê ji bo ku baskên wan tune ne û nikarin bifirin, digirîn; Ji ber kû bê bask pir nexweşik in û dişibin kêzikan, digirîn..
"Ez agir berdim bêndera kîjan berfê, Yadê!? Ez bi devên kîjan felekê de birîm, Yadê?! Ez mîneta kîjan xwedayî deynim derê hanê?! Ez bi kîjan çolê kevim, Yadê?! Ez bi kîjan kevirî vê çîpê bieciqînim û bikim goştê ecînê?! Ax yadê, çima ez jî wek herkesî nikarim bimeşim, yadê?! Çima teyrê tawis qop ma yadê?!" Ca min bi min re digrî û dibêje: 'Dibe ku teyrê tawis qop mabe lê dîsa jî ji her tiştî û her kesî hezar carî xweşiktire'..
Çer ku çav li min dikeve çeng dibe ser xwe, tê pêşîya min, dibêjê: 'Mûsa, Mûsa, îşale tu vê carê destvala nehatibî!? Ka te jîyana min anî, yan na!? Gava dengê qîzikê tê min ez terki dînya dibim. Ez dibim teyr. Ez direvim têm xwelîya koxika mala xwe li serê xwe dikim. "Min ji bajarekî hezkir bu dojeh, min ji keçikekê hezkir bû şivana agir.
"Ez digirîm. Ca min destê xwe di serê min dide. Gava ca min destê xwe di serê min dide, wek bihar hatibe serê min kulîlk dibişkuve. Ez digirîm. Bîna biharê tê ji bîra min. Min daye dû ca xwe û min jî wek wê dawa xwe hilkirîye, kêrên me di destê me de, em li çolê li tolik û strîzerkê digerin. Ez digirîm. Ca min qîvarekî diqeşêre û dide min. Ez BAZ DIDIM, derim ji bin keviran kurmikekî rengîn î biçûçik jê re tînim û bera kefa destê wê didim. Ez digirîm. Şekirok û xalxalok li dû min dimînin. Dawa me mişt giya û pincar em ji çolê vedigerin. Ez digirîm şolikên ku min ji çolê anîne, ez baqekî... bi bizinan didim xwarin. Bizin tilîyê min di devê xwe şil dikin. Ez digirîm: 'Yadê çima bihar nayê!?'..."