Bavê min rojekê dihere neçîrê û hew vedigere, tiştê ez dizanim ev e.. Bavê min wenda dibe şûnde dîya min naxwaze em li vê derê bimînin. Lê sedem çî ye, çi bûyer qewimîye, çer bûye ez qet nizanim...
Li ser peyarêkê berfek runiştîye
puka êvarê bi bûka baranê re zewicîye
rêya ber mala me ji min xatir dixwaze u dere
serî li min digere
wek li xurbetê tenê mabim
Jinên sipîkuj deqa li ser canê xwe çêdikin
Ji bo şewta wan bişkê ez pif birînên wan dikim