tu neyê ez ê bimirim
lê heger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî
zivistanî, henekên te wê ji min re bibin hirî
qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî
ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî
bibim berbangeke şevlêherrimî
û hechecîkekî sêrjêkirî