Yekê ser bi zêr e,
Kofîkêl e,
Awirşewat e,
Kemalteşîr e,
Nazik e,
Xwînşêrîn e,
Nazelîn e....
Serê wê, sêsed û çil û çar kezî na,
Serê keziya bi aqûd û zumrûd û firingê bajarî na,
Tu dibê "Ya Xaliqo!" te di mûm û ava zîv û zêr de hilanîna!
Bi va dirêjkê sorkêra micara serê ziravayi ya memkê wê nîna!
Dinanê wê hûr in, birincî na.
Raman anîn mecala bejn û bala wê tunî na.
Sing û berê wê çawa sipîna!
Weke berfa zozanê Serhedê
Weke wî pemboyê dora Adana te anîna.
Û tu dibê'j qasê l'Mûdya
Ji wa fillehê Zazê, Baqisyan...
Ji devê kevana jenîn a.
Ewqa xatûneke çavreş e,
Dêm bi gul e,
Awirşewat a,
Nazik e... Gelekî xwînşêrin a.
Go herro werê devê deriyê miho bêjê:
"Sebbawo kurê sa'wo,
Te di pîrka xaltika metka xwuha diya xwe ga'wo!"
Go wê bêjê " Weyla mi'b qurbanê!
Çiqa xeberê te xweş in (Mirçç) xwîna te şêrîn a."
Bawer ke, ewê go ramûsanekê bidiyê,
Bila kalê zemên bê,