Cotyar

Lo şivano, lo, lo şivano! Tili zêro, dil kovana..
Kurdî
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Xirabo Xirabo, Weleh û bileh tu xirabî Tu bi galgalê , bi gotinê çênabî Malê te pirr e , ji canê te re ezabî Qama te kin e , hemberî taximê memikê min nabî Şevên Kanûnê dirêj in , tu ji ber serê min ranabî Belkî debare te dibî , aboriya min di mala bavê min de nabî Xirabo , Weleh tu xirabî Tê ji dinyayê , ji alemê xirabtirî Tu ji koma pismamê min çêtirî .. Xirabo , havîn e , xweş havîn e Nanîne cehîn e , û dewê tirşîn e Serax û binaxa min û xelkê delal ebakî şalîn e Heçî derdê dila ne dî be , bila nebîne ! Tu rabe ji min re gûzaneke berberan bîne Ezê serê memikên xwe biçepilînim Ji kalan re bikim taştê, ezê ji xortan re bikim firavîne Bazê dilê min , rojika rojiya sê mehan digire Bila êvarê pê fitara xwe bişkinîne Xirabo , xirabê dinê , te mîka xwe daye bi bizinê Te gula xwe daye bi sosinê Te berê xwe daye qetlê û sêpêya Zînê Ez û xirabê bi tenê , şevê nîvê şevê li zikakê li binya malan li hev rûniştin Me gilîkê xwe pev kirin û gazindên xwe dihiştin Kundê şikêran , wawikên ber devê çeman li halê min û bejna zirav diponiştin Mîrêkên gorê di mezelan de , ên ku îsal hezar û pênc sed sal mirî bûn , kefenê xwe li cemcûmê serê xwe gerandin , li ser qebrê xwe rûniştin , li halê min û bejna zirav poniştin Ez bi te re dost bûm , tu bi min re dijmin bû yî Tu li paş xanîkan li min diqelistî , te derbek bi tifingê berda min , ez dikuştim Şevê nîvê şevê , te bi destê tola jina xwe girt û ez li ber dîwara dihîştim Xirabo , dîno , min bihîstî tu zewicî , te ji xwe re yek dixwestî Heke ji min çêtir be , bila li te helal be , li wî canî , yan na , ezê tu nifira li te nekim , tu dûrî destî
Kurdî
Xewna mirovê azad,jînda li deşt û çiyan..
Kurdî
Erê dilo, lo lo dilo! Agir kete sênca çilo.. Dinya alem bûne dewlet Kurdistana min ma wilo.. Bro Omerî
Kurdî