di hestên talabuyîde tem gûlle barandin tenêbuyiya min re bûyî heval
ji nişkave serê xwe datîne ser sînga min û destên min digihîjen porên te
dema qevzê lingên me, me ji hev di weqetînin, çend ta porê xwe dixe naw destên min,wê deme tene çavên me diaxwin
le her qevzên min e westiyayî te ji bi xwe re dîbe
dimeşim di nav xemgîniya şeva bê deng da li asîman dinêrim
di çavên min da du stêrk di şemitin
ji xwe tu bi zimanê hemû ferhengok a da çubûyî
bere xwe didim kijan mili tu te ber çavên min
ji xwe evîna te jî mina evîna welatê min qedexê bû
gelo evîn qedexê dibe..
awazên evîndar ê bırîndar dilê min dorpeç dikê,
li çola sahra leyla digerim
li zagros a bînewşa narin
li sîpanê xelatê xece
li zindanên tarî de zin, dibim ferhat li çiyan
helbesta asê dixwînim li qerexa çemê murado
Hesenîko gelo çima ewqas bi êş e evîn
sere dewreşê bırîndar li ser çoken edûle
dîsa di zivire feleka kambax
dem diherike ez gej dibim, le qevzên te nagihijîn hêvara hesten min
di şewitim bi evîna kerem û aslî de
bila xweliya laşên min bi reşinîn axe
belki dîsa mina devranên bere hêzkirin bi bişkive û di kulîlkêk çiyayide bijî evîna min..
iskan amed 🖤