Sylvîa, mirov bi jinek re dikare sê tişt bike, sê tişt pêk bîne. Yek; jê hez bikê. Du; ji bo wê êş bikişîne. Sê; wê binivîse, bike nemir. Tu kîjanê dixwazî? Ez ji bo te kîjanê pêk bînim?
me gelek ditin bahozên zer
di çav xwe de fêris, hinava xwe de newêrek û bêbext derbas bû
gelek hatin bablisokên zer, te behsa xanê mezin, ata û ismet inonû kir
ew hatin û çûn lê ez li vir im
li vir im bû ma dîvarê qalin li ser bedena te
di çawê te de mina direhê me
di gewriya te de mina bablisoka ji agir im
birçî, tazî, bêder le dîsa bar nakim her li vir im
kolana dadigirim
min zindan kiriye dibistana şoreşê, mala rûmetê ez li vir im
li vir im nobedarê darâ guzê me tûwa li hewşe, nobedarê tenûra dayika şêrin im
hevîrtirşim di legena hevîre welat de dipêjim nanê kurdayetiyê
dema ez têm bin latê diguveşîm
ax nanê min e, lê ez birçî bim
le dîsa bar nakim her li vir im
asabê min ji cemeda kûr a Agîri
di dilê min de dojeha sor, ez li vir im
li vir im û bang dikim birayê xwe, li pişta xetê, li Başûr, li Bakûr were cem min ka destê xwe
ez li piştâ te me sûr a çiye
bawer neke ji gotinên marên zer
rih dibe bost
lê dijmin nabê dost
paşayê kor mina Bedirxanê Botan
ne gotin Başûr û Bakûr dane ber xwe ji Dersim heta Mûsil û Kerkûk
gotin em in lawê Mezopotamya, em in lawê Kûrdîstan, em in lawê Kûrdîstan
bera her kes bibihîse doza min
li ser vê xakê min nivîsiye dîroka paşeroja xwe
li ser vê xakê dinivîsinim dîroka roja xwe
û ez e li ser vê xakê binîvisinim dawiya xwe
Ez li vir im..