Cotyar

me gelek ditin bahozên zer di çav xwe de fêris, hinava xwe de newêrek û bêbext derbas bû gelek hatin bablisokên zer, te behsa xanê mezin, ata û ismet inonû kir ew hatin û çûn lê ez li vir im li vir im bû ma dîvarê qalin li ser bedena te di çawê te de mina direhê me di gewriya te de mina bablisoka ji agir im birçî, tazî, bêder le dîsa bar nakim her li vir im kolana dadigirim min zindan kiriye dibistana şoreşê, mala rûmetê ez li vir im li vir im nobedarê darâ guzê me tûwa li hewşe, nobedarê tenûra dayika şêrin im hevîrtirşim di legena hevîre welat de dipêjim nanê kurdayetiyê dema ez têm bin latê diguveşîm ax nanê min e, lê ez birçî bim le dîsa bar nakim her li vir im asabê min ji cemeda kûr a Agîri di dilê min de dojeha sor, ez li vir im li vir im û bang dikim birayê xwe, li pişta xetê, li Başûr, li Bakûr were cem min ka destê xwe ez li piştâ te me sûr a çiye bawer neke ji gotinên marên zer rih dibe bost lê dijmin nabê dost paşayê kor mina Bedirxanê Botan ne gotin Başûr û Bakûr dane ber xwe ji Dersim heta Mûsil û Kerkûk gotin em in lawê Mezopotamya, em in lawê Kûrdîstan, em in lawê Kûrdîstan bera her kes bibihîse doza min li ser vê xakê min nivîsiye dîroka paşeroja xwe li ser vê xakê dinivîsinim dîroka roja xwe û ez e li ser vê xakê binîvisinim dawiya xwe Ez li vir im..
Kurdî
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Hayatın en yüce mutluluğu kişinin sevildiğine, kendisi olduğu için hatta kendine rağmen sevildiğine inanmasıdır..
Yozlaşmış şehirler çok acımasız insanlar üretirler.
Ezilmiş insanlar arkalarına bakmazlar. Kötü kaderin kendilerini izlediğini iyi bilirler..