Sinem ergin

Sinem ergin
@__Hebun_
Değiştirilmeyen bir düzen kötü bir düzendir.
Nayê jibîrkirin...
Di 16’ê Adara 1988’an de, li ber çavên hemû cîhanê, rejîma Seddam a kolonyalîst û nîjadperest bi bombeyên kîmyewî yên ku tê de gaza Xerdel û Sarîn a bi bêhna sêvê ya kujer, bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. 7 hezar Kurdên ku tenê sûcê wan ‘Kurdbûn’ bû, ji ber gazên kimyewî jehrdarî bûn jiyana xwe ji dest dan. Ev jenosîd beşek ji Operasyona Enfalê bû ku ji aliyê rejîma Baas a kolonyalîst ve ji bo bi giştî tunekirina kurdan dest pê kir û bû sedemê jiyana derdora 200 hezar Kurdan.
Kurdî
Reklam
Newroz pîroz bê
Di dîroka me de, Kawayê Hesinkar ne tenê kesek e ku li dijî zilma Dehaq serî hildaye; ew mîmarê azadiyê û hostayê veguherînê ye. Îro, di sala 2026an de, em careke din li ber kora (tenûra) wî ne. Wekî ku Kawa hesinê sar di nav agir de nerm dikir û dida ser daxerê (enis), em jî îro bi agirê Newrozê re êş û zehmetiyên xwe dikin amûrên hêviyê. Di sala 2026an de, çakûçê Kawa li ser sînorên dilê me dixe. Her derbek, tarîtiya li ser hişê me hinekî din radike. Agirê ku li ser lûtkeyan hatî dadan, îro di çavên ciwanan û di keda kedkaran de dibiriqe. Newroz Pîroz Be!
Kurdî