Dê hemû hewldanên me hewante be heta ku navendeke me ya neteweyî tune be, navendek ku bala hemû hêmanên bunyeya siyasî ber bi xwe ve bikşîne. Wê hewante be hemû hewldanên nivîskarên me ku zimên vejînin ger temama gel ji hev belav bimîne li welatên cuda li nav neteweyên cuda bi axaftina zimanên cuda.
Tu dibêjî Ingilîzan gelê te kiriye kole û ew bi xwe ve girêdaye ji ber ku gelê te têra xwe li ber xwe nedaye û bi zor bersiv nedaye bi zorê. Lê rewş tsm berovajî ye. Ger ingilizan gelê Hindistanê kiribin kole, ev ji ber vê ye ku gelê Hindistanê qebûl kiriye û hê jî qebûl dike ku zor rêgeza esasî ya nîzama civakî be.