Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Lewma VÎYAN Lewma tu bûyî ala leyla çiyan Te xweliyê canê Leyla Qasim xwe werkir Bi agirê Ronahî û Berîvanan, Sema û Zekiyan xwe pijand Û ketî rêça Bêrîtan û Zîlanan Lê tu hê jî ew zarok î Viyan Geş bûyî di nav hewriyan de, û mîna findekî şewq didî vê dîlanê Ev dîlan bi te xweşe
Me ji çermê xwe yê çiriyayî ji te re çêkiriye Ala rengîn
Reklam
Ala Kurdan
Ronahiya dil û çav Diyariya dê û bav Pêsîra wî roj û tav Spehîtiya ax û av Ala kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer Qehremanê ceng û şer Qiblegahê mê û ner Cayegahê can û ser Afitaba dar û ber Ala kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer Hêviya xortan û mêr Mihreba mizgefet û dêr Şahê evd û şahê şêr B'reng û bihn e zîv û zêr Ala kurdan ser be ser Sor û gewr e kesk û zer
Kamiran Ali Bedirxan
Kamiran Ali Bedirxan
Ji wesyetnameya Qazî Mihemed, 10 şîretên girîng
1-Bi navê Xwedayê xwe û Resûlê wî bawer bikin. Perestiyên xwe, oldariyên xwe, bi dil û bi wext bi cîh binin. Ji ola xwe, ji oldariya xwe sar nebin. 2-Yekîtî û hevkariya navbera gelê xwe biparêzin. Xerabiyê, bêbextiyê, xayintiyê, bi hevdû ra bi xwîşk û birayên xwe yên Kurd ra nekin. 3-Ji bona ku dijminên we, we bi ramyar û siyasetmedarên xwe yên
Sayfa 40
Sonda Qazî Mihemed ya Serokkomariyê
Ez bi navê Xwedayê Mezin, bi navê Xwedayê Erş û Asimanan sond dixwim. Li ser Qurana Pîroz, li ser Ala Kurdan û li Welatê xwe, li hember gelê Kurd, li ser hemî baweriyên xwe û li ser rûmeta xwe sond dixwim. Destekî min li ser Quranê, desteki min li ser Ala Kesk û Sor û Zer, li hemberi we, sonda mezin dixwim. Heya ku dilopa xwîna min ya dawî û heya behn û hilma min ya dawiya emrê min hebe, ger bi malê xwe û ger bi canê xwe, ji bona ku di rê ya Azadî û Xweseriya Kurd û Kurdistanê da; Ala Kurdan, li Asîmanên azad bimilmile, ez ê bixebitim. Ev soz, peyva devê Qazî Muhamed, peyva devê suxrekarê gelê Kurd, peyva devê min e.
Rûpel 58
Dalkurd jî bi derewa "biratiya gelan" xapiya û navê xwe guhart. Herwiha ala rengîn jî ji logoya xwe derxist. Hezar heyf ji wan ra instagram.com/p/CK4iV5Doeug
Reklam
Taybetiyên Serhildana Agiriyê
1- Cara pêşîn, serhildanek netewî di bin rêxistinek hevdem da hatiye sazkirinê û her wiha cara yekem li ser stratejiya "Şoreşa Demokratîk û Neteweyî", bernameya xwe ava kiriye. 2- Cara yekem Serhildana Agiriyê da ligel axa, şêx û begên bajarî, rewşenbîrên leşker û sivîl bi xurtî cîh girt. (Xoybûn) 3- Cara pêşîn, li Agiriyê ordiyeke bi kincên leşkerî, bi rutbe-nîşan û bi usûla leşkerî perwerdebûyî hebû. 4- "Konseya Şerê Agirî" hat damezirandin. Ev konsey, wek Parlementoyê dixebitî. 5- Di dîroka Kurdan da cara yekemîn, Kurda usûla gerîlatî bi kar anî. 6- Jinên Kurdan cara pêşîn, raste rast tevî şer bûn. 7- Cara pêşîn, alek netewî û sirûdek neteweyî hat bikaranînê. Navê vê alê "Ala serxwebûnê" û navê sirûdê "Agirî" ye. (Bi dengê
Brader Musiki
Brader Musiki
sirûda Agirî: youtu.be/S6kiYW2HRU4 ) 8- Xoybûn, ne tenê ji aliyê şervanî, her wiha ji aliyê jiyana civakî û burokrasî va jî xebitî. Serokkomar, walî, qeymeqam û hwd. hatin hilbijartinê. 9- Dadgeha netewî hat damezirandinê. 10- Ji bo ku yekîtî û ruhiyeta netewî ya li nav Kurdan bişkê, dewleta tirk gelek caran efûya giştî derxist. 11- Dewleta tirk cara yekem bi fîloya firokan(52 firok); gund, mal, kon, daristan, meriv, heywan, merg û zeviyên Kurdan gulebaran kir. 12- Dewleta tirk cara yekem tîmên taybetî şandiye serê Kurdan. Ew tîmên taybetî, Geliyê Zîla/Zîlan'da bi hezaran Kurdên sivîl kuştin. Çavkanî:
Gilîdax Bêxwedî Nîn e!
Gilîdax Bêxwedî Nîn e!
"Rojek ji rojan, dîktator diçe li bal falbêjek û dipirse: "Ka tu di derbarê pêşeroja min da çi dîbînî?" Falbêj çavê xwe digire û dest bi vegotinê dike; -Ez dibînim ku hûn di erebeyek servekirî de li kolanek mezin da ne! Dîktator kêfxweş dibe. Dikene û dipirse; - Gel bextewar xuya dike? - Erê, wekî her car. - Mirov li der dora erebeyê digerin, direvin? - Erê, ew mîna dînan li dora erebeyê digerin, polîs di vekirina rê de gelek zehmetiyê dikişîne. Dîktator bi rûyekî ken, dîsa dipirse: - Di destê wan da al heye? - Erê, ew hem ala dewletê û hem jî pankartên ku li ser da sozên xweş hatin nivîsandin hildigirin! - Ez çi dikim? - Ez wiya nabînim, ezbenî. - Çima? - Ji ber ku qepaxa darbestê girtî ye!"
341 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.