Bi xatirê te zimano
Bi xatirê te Zimanê şêrîn,
Lorîka dayê,
Sîreta pîrê,
Çîroka kalê.
Piştî hezar salan bi xatirê te.
Mîrasa herî mezin a bav û kalan,
Em hê sax bûn,
Te li pêş me kirin talan.
Bi xatirê te Cizîrî,
Bi xatirê te Feqiyê Teyran,
Bi xatirê te Ehmedê Xanî
Bi xatirê te Zîna Zêdan,
Bi xatirê te Memê Alan
Bi xatirê te ji Bekoyê Ewan,
Qene fesadiya te jî bi Kurdî bû
Mirê cinan!