Heger şanzdeh gule bin, wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e. Ya şanzdehsalî di nav me de ew bû wê çaxê. Ew kulîlk û gihayê ku di wêneyî de xuya dikir jî li ser xwîna wê şîn hatine nexwe. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend! Te digo qey sekna Şîlanê berdewam dike. Te digo ew bi xwe ye. Belkî di nav pelên wê de rûyê Şîlanê veşartî bû. Min bikarîbûya ew çend pel ji ser bidana alî, misoger dê rûyê wê yî şêrîn xuya bikira. Silûeta wê hat ber çavên min, tîrên êşeke nû xwe bera nava min dan, qolinc bi hinavên min ketin çawa ku duh bûbe ew bûyer, ew şer, ew kuştin! Qelafetê wê yî hûrik î ku di şal û şapikê de wenda dibû, sekna wê yî bêtirs û bi heybet, keleşa wê yî Kûbî ya ku kêlîkekê ji dest xwe bernedida û çenteyê li pişta wê. Meşa wê yî hêdî, kenê ser lêvan û biskên ku li ber ba diçûn. Dengê gummîna ku ji nişkê ve erd hejand û sekna wê yî di cihê xwe de. Cemidîna kenê ser lêvên wê, vezilana wê yî li erdê, destavêtina axê û ew awirên wê yî dawî yê ku êşa wan hîn jî berdewam e di nava min de...
Burası Zendura'dır benim yoldaşım Bak yolu uzun, patikası deşifredir Katırları inatçı, suyu azdır
Burası Zendura'dır benim yoldaşım Obüsü bol, yolu zordur Keşifsiz geçmez bir gün burada Son roketin ilk adresidir
Burası Zendura'dır benim yoldaşım Bak kuş konmaz, kervan geçmez İlk gelene selam vermez Girdin mi patikaya bir defa Sabaha kadar yol bitmez
Burası Zendura'dır benim yoldaşım Bak tünelden toprak, duvardan mayın eksik olmaz Aragokçuları ehliyetli, kürekçileri yeteneksizdir Kervancıları ıslak, düşmanları korkaktır
Burası Zendura'dır benim yoldaşım Yüksektir, güzeldir Bir baktın mı gönül çeldirir
Burası Zendura'dır benim yoldaşım İnsanları kucaklayıp kendine bağlayan Direnişi ile destan yazan...
Heeeeey egît bazên çîyayên Colemergê
Dûr neçe heval na na tu dûr neçe
Ji xwe her bihnekîde hezar car dişewête cîger
Vaye binêr rê hevalên te bablekanê dileyîzin
û zanibe benda te ne naha dema serkeftinêye naha rabe
Zanim belkî tu ji zanî
Her bûhar xwe ji nû vedixemîlîne
Li Zap Çûkûrca Colemerk û Hakûrk
Naha serî rake çavan veke û biqîre
Wek sitranek azadîyê û wekê sitranek aşîtîyê...
"Ji Dewrêş re,
Xwezî ez li Çiyayê Şengalê
Li cem Dewrêşê Evdî bûma!
Li ser pişta hespên spî
Li deşta Mûsilê bûma!
Dema ku Dewrêş ketî,
Min ew li pişta xwe bikira û bibira çiyayên Kurdistane!
Min jê re bigota, ‘’Binere,
Bi hezaran Edûlê û Donzdeh hene!
Li van çiyayan ku xwedavendan kon vedaye
Min bigota, ‘’bi aramî raze!’’
Min bigota, ‘Mirin…
Her ji kût ê,
Ji kû ve tê
Êdî xeman nexwe!
A ku teqez bûyî Kurdîtî û jiyana azad
Rasteqîniya ebedî ye!’’...🌼
Arjen Arî - Kol î Poşman
bi parsê ketibim li kolana te evdal
li devderiyê te qereçî
têr bike vî dilê birçî
keçê, ka maçekê!
tê bidî ji gerdenê bide.
ji keviya hinarkê
ji kaniya lêvê
te bivê dibim mêvan
te bivê şevê dikim deman
te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala
û
kol î paşman!
berî bayê
an jî piştî bayê
li vî welatî
her tişt dibe xewneke kevnar
her tişt qewmên zemanê berê
cizîr ewkas dûr bû ji me
sûr ewkas dûr
û nisêbîn
û seranser welatek
tenê xewnek giran bû
gewimî û qediya
bihurî û çû...