Ez kurd im
Kîjan xwedawend xwediyê min e? nizanim Kîjan şeytan xwediyê min e? nizanim Ne asîman li xwîna min guhdar dike û Ne dad û ne qanûn... ne naqûsê kilîseyan... ne qubeyên mizgeftan... Ez ê bi kê û bi çi sond bixwim? nizanim Kê hewan û kê palpişt û kê kesê min e? nizanim Ez vêga şaxekî bê sond im Sonda min dûkel û gotina min xwelî... Hetanî koç heye, dê koç bibim Hetanî agir heye, dê bişewitim Hetanî av heye, dê xerq bibim Hetanî dirêş heye, ez qurbanî me Hetanî ax heye, ez bê ax im Hetanî çiya heye, dê bigindirim û Hetanî dar heye, dê min lê bidin Ez ji berî Mûsa, koçber im Berî îsa, li çarmîxê me Berî Qureyş bi zindî li gorê wer bûme Berî Huseyn, serê min hatiye birîn... -Şêrko Bêkes-
Kurdî
... ax bêmalê, ax ji goran re bermalê! mirî, nikarin vegerin malê!
Kurdî
Reklam
Tu agirî di vê dilê min de, ax Rawestana te ya serbilind, nihêrîna te ya tûj Ez nizanim tu çend nefesan ji min dûr î û çend bajar Tu dê piştî çend nefesan bigihîjî min Kengê ew çavên te tenê min dorpêç bikin? Kengê di bîra min de tenê tu bimînî?
Kurdistan
Jiyîn bi te re bext, bihn gulistan Kulîlk ji ax û erdê Kurdistan.
Kurdî
Axê xeber neda, kesik nizan kuda çû...
Kurdî
Ax lê gidye lê gidye wê Can canê zekkeriya
Reklam
Reklam