Puan vermedi·204 syf.··
2026 289. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 01 Mayıs 2026 22:19
Xelîl Duhokî di vê pirtûkê de, neynikek li ber rûyê demê girtiye û dengê wan nivîskaran gihandiye me ku her tîpa wan bîhna axê û daxwaza hebûnê dide. Di nav rûpelên vê pirtûkê de, mirov rastî nûbûneke wisa tê ku hem koka xwe ji kevneşopiyê digire û hem jî bi baskên modernîzmê ber bi asoyên wêjeya dinyayê ve difire. Çîrokên di vê antolojiyê de, ne tenê qala bûyeran dikin, ew qala şikestinên dil, hêsirên veşartî û hêviyên ku di bin giranîya jiyanê de mayî ne, dikin. Zimanê Kurdî di vir de ji bo min hinek dijwar bû. Lê carinan tûj û serhildêr, carinan jî hêmin û melankolîk. Ev pirtûk ji bo xwendevanên ku li pey şopa ruhê Kurdî ne, çavkaniyeke bêhempa ye; ki bo vê her çîrokek, deriyekî nû li ber dinyaya me ya hundirîn vedike û me bi rastiya me ya ku carinan em jê direvin, rûbirû dike. Berhemek e ku meriv dikare pê serbilind bibe û di kûrahiya her peyva wê de, mirov dikare dengê xwe yê herî rast bibîne.
Kurdî
Antolojıya Çıroken Kurmancen BaşurXelil Duhoki · Avesta Yayınları · 20113 okunma
Ax û Deng
10/10
·880 syf.··
Beğendi
·
2026 10. kitabı
·
456 günde okudu
·
Okunma: 01 Nisan 2026 00:12
Botaname, berhema 50 salan a herêma Botanê ya Berken Bereh, xweza û nasnameya vê welatî bi zimanekî hunerî û lîrîk, mîna destanekê, di nav pelên xwe de kom dike. Ev pirtûk mîna nasnameyeke wêjeyî ye; ruhê axê, dîroka wê û êşên gel bi hostatî û hestekî kûr tîne ziman.
Kurdî
BotannameBerken Bereh · Avesta Yayınları · 20245 okunma
Reklam
Rêwîtiyeke Kurt-mancî li Welatê Pirpirokan
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 20. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 23 Şubat 2026 14:12
Mihteşşşem! Piştî Mehmet Dicle, cara ewil e ez ji ziman û uslûba nivîskarekî hewqas hez dikim. Rûbar Elî, kekê ezîz, Xwedê yeke te bike hezarî û lingê te li keviran nexe. Ev berhema li ber destê
Welatê PirpirokanRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202512 okunma
10/10
·184 syf.··
Beğendi
·
2026 10. kitabı
Gulên Şoran çîroka kes û welatê têkçûyî ye lê li ser himekî de jî xwedî çirûskek hevî ye. "Baweriya xelkê bi mirinê ji baweriya wan bi jiyanê, zêdetir e" (r.19) Piştî şerê Cîhanê ê
Edebîyata Kurdî
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201210 okunma
8/10
·72 syf.··
Beğendi
·
2026 9. kitabı
Helbestavan û wênesaz Fewzî Bîlge di vê berhema xwe de, bi xweşbêjiyê helbestvaniya xwe bi remzeyê karanî jî wênesaziya xwe derdixe holê. Portreyeke têkçûyînêye Pace. Em di şexsê Şewder de têkçûyîna kurte demekî dixwînin.Şevder ne kesekî pêkhatiye, ne hêza wî heye ne jî bingeheke hişmendî,tenê bo nêzikê Aso bibe dikeve nava tekoşînî, qaşo biryar digire û ji metropolan tê bajarê kevirê reş tê ew bajarê kevnar ê wêrankirî. Û ew jî têra xwe wêran dike. Pac şêmîkbû. Şêmika hêviyê ê xeyalan. Ji ber wê hertim di pacê de Aso dîdît. Bi pêşniyara Enkidu keştî çêkir û da dû rizgariyê. Pêşniyara Enkiyê ji vê axê dîsa amûreke ji vê axê bû : Keştî bû, keştiya Nûh a mirovahî xikaskir. Xelasiya wî bajarê wêrankirî di bingeha wî de veşartî bû. Lê Şevder li metropolan hatî bû. Ne ê wê şerî bû. Gel bi awayekî dilsoz pişkirî da Şevder,lê Şevder derewkir û keçika taxê jî ji xwe kaşî bin wê bîrê kir. Me di şexsê Şewder de têkçûyîna pêngava xendekan xwend. Pêşiyê min tenê wek portreyekî dixwend piştre min biryar girt ku , du hêmanên romanê hene. Berhem bi vebêjerê biguman (unreliable narrator) destpêdike hêdî hêdî serhevde tê dikeve rêyekî û dawî lê tê. Alî teknîka Vegotinê,alî remzeye de serkeftî bû. Bi min vê mijarê bi van teknîkan pir rupel divêt. Dirêjtir buya emê qanehtir buna û meyê bêhtir tem jê bigirta.
Edebîyata Kurdî
PaceFewzî Bîlge · Dara Yayınları · 20247 okunma
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 4. kitabı
: strana Batmanê di nav stêrkan de qulingek hebû. di nav gavën bajêr de xwi ü hilm. zarok dikuştin ji bo betaliyê, ez hatim, hêsan bu veger. min dit hebûn û tinebûnë. lew re evîn bû keser wa Batman, bine bira xwe kî bû hêvîdar hingê tazî bûn pelên daran. li sûk û çarçiya şikeke tari. li kuçe û kolanan gorra delaliyê ji nava serê xwe gazî dikir şerab û petrol! min dit hebûn û tinebûnê, na, ne hêsan bû veger hingê di nava malan de digeriya zilma tazi bi awirê mirinê şaş dibû ax. hingê şev yek roj hewar bû. li taxên bajêr agirekî kor. devē kesi tinebû ji hatineke dawî re. hingê dimir Mirze Mihemed, difiriya boraqê Pêxember ellahumesellialaseyîdînamuhemmed Sê DengSê Deng Selîm TemoSelîm Temo
Alıntı
Sê DengSelîm Temo · Dara Yayınları · 2021235 okunma
Reklam
Reklam