Tahmini Okuma Süresi:
2 sa. 2 dk.
Sayfa Sayısı:
72
Basım Tarihi:
2024
Yayınevi:
Dara Yayınları
ISBN:
9786257304900
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

8/10
·72 syf.··
Beğendi
·
2026 9. kitabı
Helbestavan û wênesaz Fewzî Bîlge di vê berhema xwe de, bi xweşbêjiyê helbestvaniya xwe bi remzeyê karanî jî wênesaziya xwe derdixe holê. Portreyeke têkçûyînêye Pace. Em di şexsê Şewder de têkçûyîna kurte demekî dixwînin.Şevder ne kesekî pêkhatiye, ne hêza wî heye ne jî bingeheke hişmendî,tenê bo nêzikê Aso bibe dikeve nava tekoşînî, qaşo biryar digire û ji metropolan tê bajarê kevirê reş tê ew bajarê kevnar ê wêrankirî. Û ew jî têra xwe wêran dike. Pac şêmîkbû. Şêmika hêviyê ê xeyalan. Ji ber wê hertim di pacê de Aso dîdît. Bi pêşniyara Enkidu keştî çêkir û da dû rizgariyê. Pêşniyara Enkiyê ji vê axê dîsa amûreke ji vê axê bû : Keştî bû, keştiya Nûh a mirovahî xikaskir. Xelasiya wî bajarê wêrankirî di bingeha wî de veşartî bû. Lê Şevder li metropolan hatî bû. Ne ê wê şerî bû. Gel bi awayekî dilsoz pişkirî da Şevder,lê Şevder derewkir û keçika taxê jî ji xwe kaşî bin wê bîrê kir. Me di şexsê Şewder de têkçûyîna pêngava xendekan xwend. Pêşiyê min tenê wek portreyekî dixwend piştre min biryar girt ku , du hêmanên romanê hene. Berhem bi vebêjerê biguman (unreliable narrator) destpêdike hêdî hêdî serhevde tê dikeve rêyekî û dawî lê tê. Alî teknîka Vegotinê,alî remzeye de serkeftî bû. Bi min vê mijarê bi van teknîkan pir rupel divêt. Dirêjtir buya emê qanehtir buna û meyê bêhtir tem jê bigirta.
Edebîyata Kurdî
PaceFewzî Bîlge · Dara Yayınları · 20247 okunma

Yazar Hakkında

Fewzî BîlgeYazar · 5 kitap
Nivîskar û wênesaz Fewzî Bîlge, Di sala 1962'yan de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Heta dawîya xwendina xwe ya lîseyê li Qoserê jiyaye. Li bajarê Stenbolê di zanîngehên cuda de beşên Weje û Zanistên Civaknasiyê xwendiye. Di sala 2000'î de vegeriyaye welêt û di kargeha xwe (Soresorê) de pazdeh salan dersên wêne û wêjeyê daye û gelek wênesaz û wêjevan gihandine. Ew, xwediyê gelek ezmûn û çalakiyên hunerî ye. Piştî malnişîn bûye dest bi xwendina felsefeyê kiriye. Lê belê tenê du salan ev beşa navbirî xwendiye û wekî ên din dev ji vê jî berdaye. A niha li Amedê dijî. Tenê diwêne û dinivîsîne. Di kovar û rojnameyên Kurdî yên weke Nûdem, Pelîn, Roj, Medya Güneşi, Jiyana Rewşen, Kevan, Tiroj... gelek xebatên nivîs û wêneyê pêk anîye.