Puan

810 üzerinden
1 kişi
8/10
·72 syf.··
Beğendi
·
2026 9. kitabı
Helbestavan û wênesaz Fewzî Bîlge di vê berhema xwe de, bi xweşbêjiyê helbestvaniya xwe bi remzeyê karanî jî wênesaziya xwe derdixe holê. Portreyeke têkçûyînêye Pace. Em di şexsê Şewder de têkçûyîna kurte demekî dixwînin.Şevder ne kesekî pêkhatiye, ne hêza wî heye ne jî bingeheke hişmendî,tenê bo nêzikê Aso bibe dikeve nava tekoşînî, qaşo biryar digire û ji metropolan tê bajarê kevirê reş tê ew bajarê kevnar ê wêrankirî. Û ew jî têra xwe wêran dike. Pac şêmîkbû. Şêmika hêviyê ê xeyalan. Ji ber wê hertim di pacê de Aso dîdît. Bi pêşniyara Enkidu keştî çêkir û da dû rizgariyê. Pêşniyara Enkiyê ji vê axê dîsa amûreke ji vê axê bû : Keştî bû, keştiya Nûh a mirovahî xikaskir. Xelasiya wî bajarê wêrankirî di bingeha wî de veşartî bû. Lê Şevder li metropolan hatî bû. Ne ê wê şerî bû. Gel bi awayekî dilsoz pişkirî da Şevder,lê Şevder derewkir û keçika taxê jî ji xwe kaşî bin wê bîrê kir. Me di şexsê Şewder de têkçûyîna pêngava xendekan xwend. Pêşiyê min tenê wek portreyekî dixwend piştre min biryar girt ku , du hêmanên romanê hene. Berhem bi vebêjerê biguman (unreliable narrator) destpêdike hêdî hêdî serhevde tê dikeve rêyekî û dawî lê tê. Alî teknîka Vegotinê,alî remzeye de serkeftî bû. Bi min vê mijarê bi van teknîkan pir rupel divêt. Dirêjtir buya emê qanehtir buna û meyê bêhtir tem jê bigirta.
Edebîyata Kurdî
PaceFewzî Bîlge · Dara Yayınları · 20247 okunma