Kurdî
Kurdî

Keleha Şahîn

Keleha Şahîn
Yemamê bi şev jehir xisti bû ava kelehê. Rebî û eskerên wi hemiyan jê vexwari bû. Yemamê li ser soza xwe sekinî bû. Ro- manî biketana kelehê jî, tê de tu peyayê zindî wê peyda ne ki- rana. Yemamê xencer bi dest, di ber cendekan re borî, li wan hûr bû, ew wek bijîşkekî seh kirin. Rih di tiwan de ne ma bû. Piştî ko qaîliya xwe pê anî; li ber cendekê yarê xwe sekinî, xencer di singa xwe rakir û ket ser kelaşê Rebî kurê Cabir. Xwîna Yemanê a sor û germ li wan aliya, qey vê xwînê ew digihandin hev.