jînê bistrê, mirinê meyne bîra xwe
Amedê bêj, Rihayê bêj, Xerpêtê bîne bîra xwe
zindanê bêj, şenqê vebêj, azadiyê bînê bîra xwe:
nîvçe mehêle, vebêj, mamo ma ne zû ye!?
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe, postalên xwe, şewqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tanq, top, tiving, teyare...
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zindan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaroyên xwe jî...
hebin: pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe...
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixwirînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin; berî kuç û kevir di we wer bin
biçin; berî ku dayikên kitanspî tu bikin ser çavên we
û hê ku agir vêneketiye j'êgir:
hema niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe... û biqeşitin, efendîno!
ha Allahûekber ha heyyyl Hîtler:
û cam nehiştin bi pacan ve
bi devê deriyan ve, bi mirêkên li malan ve
wextê xewa şîrîn bû demeke şevê
ji şevan di 'şeva camên şikestî' de
jineke porrmar nû rabibû ji ber neynikê:
ew jî hûrîhera bû bi neynikê re li erdê!
seyin hene; li ber deriyê xweyê xwe ne
seyin hene; li ber keriyê xweyê xwe ne
seyin hene; bi gur re dost, keftar re hevrê
xwedîdirên in, rûreşiya qewmê xwe ne