Bir kırık çeşme yaşamını anlattı bana
Hep ıslak hep ağlamaklı
Bir de korkunç öyküsünü suyun
Topraktan çıktığında
Taşıdığı dev balıkları
Falan filan
Öyle güllük gülistanlık değil
Kırık bir çeşmenin yaşamı
küfür köpek havlamasından beterdir. zihinsel ve manevi kültürsüzlüğün belirtisidir. kahramanlığınızı göstermek istiyorsanız asil ve daha güzel yollar arayın.
Payîz, Ziyab, Zeyneb, Zakeya...nav diguherin, çîrok dubare dibin. Samanci, di vê pirtûka xwe ya dawîyê de şûrê xwe yê femînîzmê di zikê baviksalariyê re dike. Serlehenga romanê ya ku di hundirê xwe de du kesayetan xwedî dike, piştre jî kedî dike, ji serê romanê heta dawiyê li hemberî mêr, bav û dewletê têdikoşe. Di dawiya pirtûkê de têkoşînê dibe serî û "bav" dikuje. Ez naxwazim bibêjim bavê xwe dikuje lewra bi nêrîneke sembolîk em nêzê têgehan bibin dê baştir be.
Min çawa dest bi vê pirtûkê kir, ew pirtûka ku beriya niha çar salan min xwendibû hate ber çavên min: #k:94568. Ji aliyê, têgeh, bûyer û honandinê ve gelekî dişibin hevdu ev herdu berhem.
"Gava rihê min wekî hespê kumeyt dihîre, bavê min wekî dûpişkekî di nava mêjiyê min de vedide; derziya dûvê wî li ser milê wî ye, nobedariya min dike. Di vê babetê de mêr, xezûr, kek, ap û kal tev dibin cerde û tiliyên xwe dihejînin." r. 24
Qasê ku di bîra min de maye dikarim bibêjim di pirtûka Saddavi de jî hevokeke bi vî rengî cih digire. Dema mesele dibe bidestxistina kesayeta jinê, rûyên hemî mêran dişibin hevdu, di awirekî de zîq dibin. Herwiha serîhildana jinan a li hemberî dagirkeriya mêran/dewletan jî di herdu pirtûkan de bi heman şêwazî hatine honandin. Serlehenga Samanciyê tevir bilind dike û orta dilê bavê xwe dixe, di cî da dikuje. Bi heman hawî serlehenga Saddaviyê jî bi heman amûrê ve muxtarê gund dikuje. Ew muxtarê ku tecawizê jinên gund dikir û kesekî jî nikaribû jê re bigota pozika sola hegemonyaya te xwar e!
Ger em ji perspektîfa edebiyata berawirdî li berheman binêrin bi rehetî dikarin bibêjin Samanci kevçiyê xwe di kodika Saddavi de kiriye. Lê ji aliyekî ve herdu berhem ji hev vediqetin: di pirtûka Samanci de em li pêrgî nasnameya netewî jî tên. Ango pêrgî wî rûyê dewletê yê ku ji ser heman rûyên mêran