Sirvat

Yê li cîhanê bê guneh e, kî ye, ka bêje Yê ku gunehan neke, çawa dijî, ka bêje Ku xirabiyê bikim û tu cezayê xirab bidî min Ferqa min û te de çî ye, de ka bêje
Reklam
Heftê û du milet karê wan dîn e Lê ji bo min evîna te ayîn û dîn e Çi kufr û çi islam, çi hebandin û çi guneh Mebest her tu yî, hebûna wan lazim nîn e
Yên ku dixemilînin çerxa Felekê bi dor Tên û diçin û dîsa tên dor bi dor Ji dergûşa asîman û hembêza axê dizên Heta nemre Xweda, wê çêbin bi dor
Ger hatina min bi destê min bûya, ez dihatim ma qey! Ger çûna min bi destê min bûya, ez diçûm ma qey! Ev xirabiyeke mezin e ku te bi min kir, bizane Hatin û bûn û çûn ne xwesteka min bû, tu nizanî qey!
Gulê got: Ji rûyê min bedewtir rû nîn e Yê ku dixwaze, çi divê û çi dibîne? Bilbil lê hate ziman û bi zimanê hal jê pirsî; Rojekê kenîn û salekê girîn e?
Reklam