Sirvat

Ferîd Xan
Ey mirov! Biçe, hecca xwe li cihê zarokatiya xwe bike Li wir kilama pîremêrekî, hîn jî zarokatiya te xwedî dike Tu li wir ji xwe qetiyabûyî Niha biçe Hemû meşên xwe ji wê kilamê Û ji wî cihê zarokatiya xwe bide destpêkirin
Reklam
Îlhamî Ozer
Ji peymanên nedadî Çi aramî bi dest dikeve, çi azadî Bila tu kes xwe nexapîne Kiryarên vê yekê jî sisê ne Tirk, Ecem û Erebên bêfedî
Hemîd Dilbahar
ey KURDİSTAN ey stêrka asîmanê dilê min; dîrok robareke zindî be heke tu pêlên wê robarê bixwe yî û xwe li peravên pêşerojê didî di rondikên demê de!..
Miraz Roni
Dilê Çar Par Bi fixan û hawar e dil Sing sêla sor tev ar e dil Sed derban birîndar e dil Ku îro dil çar par e lo Parek dil nik Ronî ye çû Parekî Dara bir li dû Parek li hêrsan disû Yek li min dîn û har e lo Van xayînan, van namerdan Çendî egît li me der dan Ey bijîşkê jana kurdan Min hinav tar û mar e lo Birîna min çendî kûr e Lehiya xwîn jê difûre Li ser gerdena min şûr e Gelo mirin çend car e lo? Şêr di qefes di zindan e Gur dizûrin li meydan e Çi bext e ev çi dewran e Felek ev çi bazar e lo?

Sirvat

, bir kitap okudu
Puan vermedi·96 syf.·
11 günde okudu
·
2025 46. kitabı
Arjen Arî
9.1/10 · 97 okunma
Reklam