Sirvat

Sirvat

, bir kitap okudu
Puan vermedi·96 syf.·
3 günde okudu
·
2025 29. kitabı
Federico Garcia Lorca
6.6/10 · 302 okunma
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Çîyayêd Payîzê
- Hey çîyano, çîya, hey çîyano can Gul-şîdanê we ku da çûn? Kulîlkêd we lal û mircan, Lal-mircanê we ku da çûn? Qûrtîn diket bet-bazê we, Şivan distra li gazê we, Pez hêl dikir hewrazê we, Xam-xozanê we ku da çûn? Cew û kanîya dikir xulîn, Qîz û bûkêd benge gulîn, Derdiketin kon û kulîn, Zom-zozanê we ku da çûn? Çîyano bêjin, ka nexşê we? War-mikanê we ku da çûn? Ax ez digirîm bo rewşê we, Rewş-rihanê we ku da çûn? Çîya gotin: Were megirî, Hey maşoqê sax û sexîr, Ev e, ev sal çû buhurî Wê me şîn bin mêrg û çayîr. Teyr-teyredê me ye xerîv Wê bên çê kin hêlînê xwe, Koçer ê bên şax û şeqîv, Wergirin kon-kulînê xwe.
Kurê min ra
Car-carna têm melûl, dilxor û mirûzim, Lawo, kerba binê lingê te radimûsim... Şaş nemîne, berxikê min... êh, kî zane... Dinê heye kaşkişika dest îsan e: Dive rokê Kurdistana mezin vebe, Bavkê te yî hisret dilda lê tune be... Bira hingê lingê te bi hisreta min Bigere nav ax - topraxa cimeta min...
Min seyr kira serê Çîyayê Sîpan-Xelat, Min seh kira fûrefûra çemê Ferat, Min pê danîya ser topraxa kulî tebyet... Min vergirta ulm-zanîstîya dinyayê tam, Min fem kira sêr-îcatê erşê ezman . . . . Hingê ez ê rehet biçûma ax û ber, Dilê min ê derd-kula ra nebûya mexber...