Sirvat

Xewnê da jî te bîr nakim, zerî, Xewnê da jî xewna al û zerî, Rîya muhbetê hê diçe hevraza, Hê em sîyar in hespê bext-miraza.
Reklam
Gundê min
Wetenê min best-beyar e, Ez kevotka fira, Gundê min cî û sitar e Û hêlûne min ra. Weten heqîyê jî dawet e, Ez zevangê ter-can, Gund dergîstîya min şuret e Nav daweta giran...
Çi Edilîye
O, çi edilîye, çawa xemilîye dilê min îro, Roj e çi xweş e, erd î bi rewş e, ez î lê gîro. Rêke nitirî, ker û sitirî li pêşîya min e, Pîrê muhbetê, sêwir û sowbetê ber pêşa min e: Hisret bi gur im, dikim ku herim yêr yêrinde bim, Weten rengîn e, ez ser bengî me, li ber kunde bim. Û li Moskovê tev Têrêşkovê rûnêm sowbetê, Li ezmên yar bim, 'Vostokê' sîyar bim, herim 'qurbetê'... Û bo tûnsiza, zerîyêd Rûsa steyrêd ezmana Sinî sela kim, bînim bela kim sûk û meydana. Û hildim hîva zer bi dizî va paşila xwe kim, Bînim û wê jî bi dil pêşkêşî xezala xwe kim...

Sirvat

, bir kitap okudu
Puan vermedi·200 syf.·
7 günde okudu
·
2025 31. kitabı
Ferhad Pîrbal
8.3/10 · 54 okunma

Sirvat

, bir kitap okudu
Puan vermedi·146 syf.·
25 saatte okudu
·
2025 30. kitabı
Federico Garcia Lorca
7.2/10 · 429 okunma
Reklam