Te reca min seh kira,
Soz-gilî esas kira,
Bi dil û reza kira,
Rênga dûr kese kira,
Derî li min vekira:
Me li hev mêze kira,
Hev ra xweş qise kira,
Ramûsanek ser kira...
Gulnaz, wekî min ra yar î, îda min çi derd e,
Piş min çîyayî û beyar î, çî min çal û nerd e...
Çavê te da soz-îman e, min qirar û şert e,
Te sîng çayîr û çîman e, min ra war û erd e.
Muhbeta te min bihar e, sufet teva şerq e,
Çi xema min hewa sar e, zivistana sert e...
Hub-evîna te esmerê dermanekî merd e,
Nakim xofê jara marê xayîn û nemerd e...
Min ra dinya û alem î, şîrin, de xeber de,
Hezar lutbî û kilamî ez hilînim ber te...
Dîsa ew baxçe, dîsa ew cî bû,
Dîsa ew dara bilinde bî bû,
Dîsa ew gulê kawike-kubar
Cî da şîn bûbûn nolî sala par...
Dîsa ew kenê te yî nûr-şemal
Kaw nitirîbû dêmê te yî xal,
Dîsa dilîland şarûr û bilbil,
Dîsa wê cewê dikir xulexul...
Her tişt cî da bû, her tişt esas bû,
Tenê li rex te... yekî nenas bû...
Bedew û qeşengê te me,
Hey ronaya çavê min,
Keskesora rengê te me,
Ay tu roj û teva min.
Pencê royê diteyîsin,
Diniqişe keskesor,
Lê gava ku ez dinvîsim,
Tu yî min ra tava jor...
Feqet min dî, ro çû ava,
Rengêd keskesorê çûn,
Lê dûrketin ez û tu va,
Klamêd min hê gur bûn...