Sirvat

Sirvat

, bir kitap okudu
Puan vermedi·121 syf.·
4 günde okudu
·
2025 32. kitabı
Fêrîkê Ûsiv
9.7/10 · 6 okunma
Reklam
Çîyak dixure binê erdê, Rex da yekî dinê dertê. Steyrikek tê dîhar e, Diqulive yek tê xar e... Mirin, Mîrmih, erhede ye, Bi emir ra perwerde ye: Li ku ruh û nefes heye, Mirin jî xwe wir ese ye...
Şêr û Rûvî
Şêr ji cara carekê, Hat û li ber darekê Dît rûvîkî qewitî, Vegerîya ser wa gotê, Go: "Rûvîngê min î çûk, Yeklep mînanî pepûk, Min zû va nav-dengê te Û fêl û fersengê te Bihîstibû, lê were Min nedihat bawer e, Wekî ev rûvîyê fêlbaz A qa çûk e, belengaz..." Rûvî dêla xwe hilda Û cava şêr li vir da, Go: "Eshabê bi gewde, Ew çi pirsê bêsewd e? Axir ez ne çûk bûma, Yek lepî pepûk bûma, Ne zirav û jar bûma, Li van besta, top-gira Ez ê çawa xar bûma Nava hezar qul-pira..."
Heval Ra
Ez hiz dikim vê gulê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Ez hiz dikim vê çolê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Ez hiz dikim vê darê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Ez hiz dikim vê beytê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Vê cimetê, tebyetê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Ez hiz dikim vê dinê, Tu jî hiz ke, zaf baş e: Ez hiz dikim wê qîzê, O... hiz neke... ne baş e...
Tebyet im Ez
Tebyet im ez, tebyet, Tebyeteke bêhed, Dikim ewr û baran Li zozan û aran Û paşê - ba û sur Li sirt, best û buhur, Paşê -qarxûn, sêlav, Kel û kile li nav, Paşê teveke geş, Û kilamêd min nexş Mîna gul û gîha Hêşîn dikin li cîya...
Reklam