Mirov carna wûsa diweste
Dixwaze bi tenê ne rojekê, salekê an ji gelektir razê.
dem tê
qer dibe, ne denge xelkê, ne ji dengê jiyanê seh dike.
Lal dibe ne divê biaxive ne ji divê mirovan re direj bike.
Qor ji dibe ne qenci ne ji qirêjatiya Jiyanê naxwaze bibine.
Pirtûk hemû bê wate dibin,Pênûs qor dibe. Weka filmekê temaşe bike derdora xwe dirine. Mirov çawa dikare hevqas bikene. ma Şahi hevqas erzane...
Axxx dengê mirova û qelebalixa vi bajarî serê min xwar.
Nizanim êdî ki çûye ki maye,Ki heye ki tuneye...
Bimeşe, bimeşe diçim ku derê?
çima hertim hesta(hîs) bêmaliyê li dilê min de heye?
Pirsgirêk ne evinîye, ne teniti ye, ne ji mal û milkê dinyayê...
Pirsgirêk çê dibe hebûna min be?
Naxwazim êdî xwe rexne bikim an ji bo şahiya xwe, xwe bixapiinim.
Tenê dixwazim demek dirêj xewre herim ne "mirin" bi tenê "xew"