Dewra felekê li ser me kîn e,
Bextê me reş e, kezeb birîn e;
Mesken ji me re niha nivîn e,
Binve hezeba min binve loyî loyî
Ne mal û ne saxî û ne rahet,
Talan kirine hemi jî mihnet;
Dişwar e gelek belayê xurbet,
Binve kezeba min binve loyî loyî
Emin All Bedirxan