berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin! …
û heger gulleyên we pirr bin cercûreke sax li ser hev berdin!
Rênas jîyan🕊️
berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
youtu.be/9GVGC8znJIQ?si=...
çi ye hûn bi ser me de her diqîrin?
Ma hûn evqas xedar û jîrin?
Berî we bi hezaran sal
Me konê xwe li van sirtan danî
Me di kolosên van çiyan de,
pir ji zû ve daçikandin al
Me ava kirin bajar û mal
Akbatana delal... û