Berî hûn min daliqînin
ji min re qala genimên spehî bikin
ew genimên ku qedera serê min û wan yek in
ew genimên ku ji kerba min
wê bi stûyên xwe devê tirpanan jê bikin
berî hûn min daliqînin
ji min re qala mêraniya serhildana genimên serjêkirî bikin!..
û heger gulleyên we pir bin cercûreke sax li ser hev berdin!
Sayfa 55