Gönülleri
Çaydan
Kahveden
Şiirden
Müzikten
Kitaptan
Sevgiden
Barıştan
Doğadan
Geçen insanlar var
İşte onlarla güzelleşir bu dünya️
Def kadının en güzel süsüdür
Midyat
Min bibexîşînin.....
Min ji bo we tu peyv nekirin qurban
Min biborînin.....
Min her birîna xwe ya vekirî ji çavên xwe vedişart
Her cara min ji bo we radihişt pênûsê
Ew weke xenceran di dilê min re diçû
Û birîn dikoland
Lê ew birîna bijehr her diêşiya û nedihişt ez di ser darbesta we de peyvan bireşînim
Min bibexşînin....
Ezê ji bo we îro bejna hemû peyvan li ber we bitewînim
Û bila ew straneke bêdeng ji bo rihê we bilorînin
ey pakrewan
ey mêr lawê mêran
ey ji jîyanê çav-têr lawê çav-têran
ancax yekî wek te bi îman
ancax yekî wek te ruhê wî têr stran
karîbû (ji bo serbestîyê,) bindestî bidaya ber şûran
wêran wêran wêran wêran..
ey pakrewan
ey birûsk qîza birûskan
ez ê hemû stêrkên li ezmanan
ji bo sedeqeya serê te belav bikim ji dêvla xêran
ez ê hemû çiyayên çîçilaskî
bi dora serê te bigerînim ji te re bikim qurban
şehît ketiye şêr qîza şêran
xwe bi ser meytê wê de avêtîye
stêrkan
ew xemilandiye ji dêvla zêrran
dêran dêran dêran dêran..
ey pakrewan
ey xwîn-şêrînê biqasî tehma dirrîreşkan
ey di şerran de cirrnexweşê biqasî kurîbeşkan
te çermê xwe rakişandiye ji dêvla meşkan
te xwîna xwe kil kiriye bi ser xistiye rûnê azadîyan
ey pakrewan
ey dîlan qîza dîlanan
ey baran lawê baranan
ez dizanim tu hespekî serberradayî
tu çemekî bêserî yî
Ey teyare!
Ji te re bombeya te, yar e
Jehra te, jehra marê teyar e
Ma qey ê Qilabanê ne ezman e? Neyar e?
Ezmanan diherimîne
Firîna te,
Ji şerman serê ewran bera ber wan dide
Tu yê rojekê dakevî erdê, togê, tu bisekine!