Rojekê li şantiyeyê, pompa hîdrolîk a kepçeya şantiyê Beko Loder xirab bû. Ya hîdrolîk diteqe, ya sensor dîn dibe... Ez jî di nav heriyê de mame, destên min bûye rûn û mazot. Tam di wê kêliyê de, hevalekî min ê entelektuel(!) li min gerîya. Dengê wî mîna bilbilan tê: -Keko, min pirtûka dawî ya Tolstoy xwend, ez di nav melankoliyekê de me, tu çi dikî? ​Min nêrî ku rûnê makîneyê li rûyê min xistîye, min got: -Kero, tu di nav melankoliyê de yî, lê ez di nav rûnê hîdrolîk de me! Tu li Tolstoy dinêrî, ez li sensorê ku dîn bûye dinêrim! ​Min telefon girt, min nêrî ku gramê zêr ketiye binê heriyê. Dilê min şewitî! Min got "Xwedêyo, em hem felsefeyê dikin, hem xebatê, lê çima her gav em zerar dikin? ​ Hevalek min hat ba min û got: -Şef , tu dizanî ew kesên ku dibêjin me 5 hezar pirtûk xwendine li ku ne? Min got: Li ser 1000Kitap'ê fînanseya rihê xwe dikin, xêr e? Ev keniya û got: -Welleh bila werin vir, bila pirtûkekê deynin binê vê tekerê kepçeyê, ka em binêrin felsefeya wan dikare vê makîneyê bimeşîne? Mirovê ku gramê zêr û xira bûna pompayê nedîtiye, bila behsa edebiyatê ji me re neke! ​Wê rojê min fêm kir; kaxiz û pirtûk bi hêsanî tên xwendin, lê xwendina halê şantiyeyê û tabloya zêr felsefeya herî kûr e. Em bi pirtûkan re herin bihûştê, lê bi vê pompaya xirab em her roj diçin dojehê.
Kurdî
8 adarê
"Bihûşt li bin lingên dayikan e.” Resûlê Ekrem 🩷
Kurdî
Reklam
Ne dojehê meraq dikim, ne bihûştê. Ji ber ku min kenê dayîka xwe jî dît û girîyê wê jî.
Xeyala Bihûştê
Ez jî nizanim bê ka min hêza xwe ji ku derê digirt. Eyûp Yaşar. Dilşadiya Xemsaran🔖
bihúşt herimandibú mirov tér guneh ,,,
Kurdî
Birastî jî ew çi bû rûyê min ked piştre tevahî bedena min tevizand û derbasê dilê min bû. Nizanim peyvên dilê te bû an jî dengê te bû. Na na dengê kenê te bû. Ew kenê ku di bû melodiya aramiyê û dil xweşiyê. Ew kenê ku bi xwe re tevahî şevên bêdeng dixist di nava coşekê de. Ma ne çavên te di bû tîr kevan û li dilê heyvê dixist. Hevy şerm dikir ji fêrmiskên xwe yên dibarandin li ser rûyê erdê. Erd xeyîdî ji heyvê û berê xwe lê zivirand. Heyv got berê xwe min ne zivirîne ey xaka pîroz, fêrmiskên min ne ji ew tîrên ku li min ketin. Ew fêrmiskên min yên kêfxweşiyê bû. ji ber min ronahiyek dîti bû ji min bedewtir. Min çavek dîtibû mirov jê têr ne dibû. Bi çav û ronahiya xwe di bû îlham. Ew fêrmiskên îlham û mest bûyînê bû.Stêrkên asîmanan bi yek dengê û bi yek zimanê bersiv dan heyvê û gotin ew Stêrka li ser rûyê erdê bû. Ew şewqa me ya li ser dilê welatê agir bû. Gava em bê şewq di man di asîmanan de me şewqa xwe ji ew Stêrka ku bi jiyana xwe re jiyanê di afirand digirt. Ew rê û rêzanê me yê di welatê bihûştê de bû. Belê tevahî stêrkên asîmanê qîr dikirin bi yek dengê stêrk.
Reklam
Reklam