«Hûn darên henaran yên Wanê bibînin! Rebiyo, ew çi darên xweş in, ew çi kulîlkên spehî ne! Niha der û dorên Wanê bi rengên xweşik, ji nû ve vedijin. U tahma henarên Wanê... Libên mezin û gulover yên henaran di devê merivan de dibin şekir.»
li dinyê me, li bihûştê, li dojehê?gelo radizêm an şiyar im? min aqilê xwe xwar, ango hişê min li serê min e, ev kesana min nas dikin belam ez xwe nas nakim.
Serhed herêmek welat e, lê nîvê pirr havîngeh e. Xilbeyê wê çiya ye, mîna Mûnzûr, Agirî, Tendurek û Sîpan. Nava çiyan de hinek deştên piçûk mîna bihûştê hene, bi rastî mina bihûşta rastî ne.
Gunehên te yên veşartî bûm
Di rehên te de diherikîm bê hîs û pêjin
Tim ber bi min dikişîyan jor û jêrên te
Axîna li ser lêvan
Nalîna odeyên bê derî û pace
Tarîya tu dibezî hembêza wê bûm ez
Qedeha te bi ser xwe dadikir
Hilma ji kezebê dikîşand
Xewn û xwezîyên te
Hevrezana li kûrahîya wê dinihêrt
Şikefta di tehtên asê de te bêhna wê dimêt
Ba me, ka me, ta me
Behra guneha me
Tê tim ji min hez bikî
Ji ber ku nîşana hemî gunehên te me
Ez li te qedexe me
Bihûşt e buhayê min