bê çek, di nav civakan re derbas be û tevlî yeka din bibe
li ber çemê Nîl' bêtirs, li rojhilatê Sfenks binêre
û bibêje, "çendîn hezar sal in, li ser vê xakê ez jî heme
ez jî nasnameyek im, dişibim te, lê wekî xwe me herdem"
ez aştî me bê çek im! dîrok, gazî zarokan bike, bêje:
bes, hûn dikarin şeran bi dawî bînin”
ez çûm tu nehatî!
êdî bêriya wê erdnîgariyê nakim
ne jî bêriya gulên li ber pencereya te
bêje pinpinoka xwe, bila bêtirs danişe ser porê te
êdî bo tu hêviyan demê di mista xwe de venaşêrim
gelo, ev zivistana ku berf bi ser de dibare
dê baxçeyên Nînovayê veguherîne biharek berî zeman?
ku bêhna tenêtiyê ji keserê hat
dem hatiye, ku mirov êdî pirsekê ji xwe bike!
Heta aniha jî hîn projeyeka neteweyî ya hevbeş, hîç siyaseteka kulturî ya hevbeş û serencam hîç stratejiyeka neteweyî ya hevbeş di navbera beşên neteweperwerên kurdî de derneketiye, bereks eger lê binêrin hema bêje herdem riqî hevûdu girtine û nakok bûne.
Careke din berê xwe dabûn sînorên bombekirî, ê hat kuştin hat kuştin, ê mir mir û ê mayî jî di bin konan de bi cih bûn. Êdî dîwar tunebûn ku mirov bêje bûn sêwiyên ber dîwaran. Bûbûn sêwiyên bê dîwar.