gelo Nietzsche xwediyê sendroma patrick batemanî ye?
Puan vermedi
Di navbera Patrick Bateman û Friedrich Nietzsche de her çiqas şibandinek giştî tune be jî, wextê em li kûr li wan dinêrin em dibînin ku di cîhana derûnî ya xwe de, ew bi gelek awayî dişibin hev. Ramanên wan ên li hember nakokiyên civaka nûjen, bertekên wan ên li hember nirxên derewîn û aciziya wan ê kesê heman karî dikin re, dike ku em van her du mirovên cuda di eynî metnê de bikar bînin. Patrick zêdetir li hember dinyaya kapîtalîst û meteryalist aciz e û ew bi çûnûhatinên di cîhana xwe ya derûnî re mijûl e. Nietzsche jî zêdetir di nav cîhana derûnî ya xwe de li ser normên civakî û exlaqî şer dike. Ew her du jî li pey hêzê diçin. Hêza ku patrick dixwaze û Vîna hêzê (WILL TO POWER ) ya Nietzsche her çiqas wek dînamîkên hev, li hev neyên jî dema em dikevin nav mijarê, em dibînin ku hêza dixwazin di rastiyê de yek in. Ji ber ku di dawiyê de her du jî dixwazin hebûna xwe bibin asteke bilind. Her wiha her du jî dibêjin motîvasyona bingehîn a mirov daxwaza bidestxistina hêzê ye û li gor wan mirov dema sînorên xwe derbaskirin, wê bikarin bihêztir bibin. Helbet ji aliyê hinek mijaran ve bi rastî dişibin hev lê em bi her awayî nikarin wan bişibînin hev. Nizanim çima dema min pirtûkê xwend Patrick bateman kete bîra min. Bi taybetî piştî, Nietzsche di beşên ku di derbarê fîlozofan de diaxivî yekser sehneya fîlma amerîkan saykoyê ya kartvizitê hate bîra min û min xwest çîrokek bi vê rengî, serlehengê wî nietzsche be binivîsim. Rojekê bi dûman û bi mij bû, Nietzsche, Sokrates, Platon û Kant li qehweya koçeran rûniştibûn. Li ser maseya rûniştibûn kartên spehî hebûn û li ser van kartan nivîsên van feylesofan dinivîsî. Dema nietzsche destê xwe avêt kartekê, wekî sehneya ku Patrick Bateman kartvizitekî ji ya xwe xweştir didît, sor bû. Nietzsche kravatê xwe hinek sist kir û hêdî
Kurdî
Putların AlacakaranlığıFriedrich Nietzsche · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 20218,3bin okunma