Ez pir bûme.
Di derxika canê min de bîst û pênc Buhar bişkivine.
Qurma bedena min bîst û pênc Zivistan dîtine.
Bi sedan ba û bahosan ew hejandine,
bê hejmar berf û baran tê re çûne.
Pora sipî zû ket nav pora min.
Serê min mîna berqên zivistanê bû her dem.
Stêrkek nema ku li ezmana min nav lê ne kir.
Zahf havînên kelandî min dîtin ku Simbil șewitandin.
Ez pîr bûme
Hew dikarim rojan jiber bikim ango bişopînim.
Weke saeta destê min de diherike dem.
Pîştî vê saetê Ez dizanim ku ewê zûtir bê.
Her dema diçe zû bûna çûbûna wê du qet dibe.
Hezaran mirov ketin nava vî heyatî.
Evîn, heval, dost, rêheval zahf kes têde derbas bûn.
Her roja ku diçe zêdetir û girantir dibe.
Xem nîne, li gor mezinbûnîya çîya xwedê berfa wê dide.
Ez Pîr bûme
Weke doh nikarim baz bidim.
Nikarim bikevim dikan û qinikan.
Nikarim bikenim weke berê.
Stêrkên ku min nas dikir nayên bîra min,