Xwe nasbike!
Puan vermedi
Dema ku min cara yekem pirtûk wergirt, min guman kir ku ez ê di şerê azadiyê de rastî lehengekî birûmet lê bêrûtbe bêm. Lê gava min xwendina xwe qedand, guhertina civaka me, têkçûna nifşê xwe û têkoşîna ji bo jiyanê min hîs kir. Roman bi taybetî li ser koçberîya navxweyî, windabûna nasnameyê û veguherîna têkiliyên malbatî dirawestê; di heman demê de jî trajedîya mirovî, têkçûna ruhanî û şertên ku mirovan di nav pergela ke tund de diguherîne vedikole. Ev berhem li ser rêwîtiya Besri û malbata wî ye, ku piştî heft salan vedigerin gundê xwe yê li herêma Sêrtê/ Dihê- Erûh, ji bo cejnê û dîtina xizmên xwe. Di rê de, ew derbasî deverên dîrokî dibin: Cîhê şerê Emerê Filitê Qito (Dengbêj Aydın), deşta Reşkotan û Elikan, Cemîlê Çeto, Newala Qesaban. Besri bi kurmetê xwe Zeyd re behsa paşeroj, zilmên berê û guhertinên li herêmê dike. Gava digihîjin gund, ew bi xizmên xwe re dicivin, cejnê pîroz dikin, li deverên kevn digerin û bîranînên zaroktiya xwe vedibêjin. Di nav çîrokê de, cihê gundê kevnar, guhertinên jiyanê, têkiliyên mirovan û hestên bîranînê û xwestina vegerê li kokê cihê sereke digirin. Ji bo Besri cihên ku lê mezin bûye, gund û malbat girîng e. Ew dixwaze zarokên wî jî vî cihî bibînin û fêm bikin ku ji ku derê tên. Berhem nîşan dide ku çawa gund û jiyana mirovan bi demê re hatiye guherandin. Berê mirov bi ker a diçûn, niha bi ereba; berê gund tijî zarok bû, niha pîr zêde ne û ciwan diçin bajaran. Gelek caran behsa demên berê tê kirin, ev yek hestên hesret û hezkirina ji bo rojên borî diafirîne. Dema çûbun bajar; nabeyna Besrî û malbata wî ne baş e. Li hemberî bavê xwe û diya xwe hestê ne baş hîs dike. Aliyên herî xurt ê romanê zimanê wî ye; bi zimanekî zelal, hêsan, germ, rast li carinan tûj; zimanekî sade lê herîkbar hatiye nivîsandin. Gotûbêjên
Generalê BêrûtbeÇetin Lodi · Nando Yayınları · 20250 okunma
Ji bo dîroka mirovahiyê nerîne ke nû!
Puan vermedi
Dîroka Veşartî ya Jinan – Sheila Rowbotham Ev pirtûk, yek ji berhemên herî girîng ên dîroknasîya femînîstî ye, ku di sala 1972’an de hatîye weşandin û niha jî wekî çavkanîya bingehîn tê hesibandin. Nivîskar Sheila Rowbotham, di vê xebatê de, 300 salên dawî yên dîroka Brîtanyayê dinirxîne û cih, rol û têkoşînên jinan di nav pêvajoyên aborî, civakî û siyasî de derdixe holê, yanî yên ku heta wê demê di dîrokê de hatibûn paşguhkirin an jî veşartin. Rowbotham nîşan dide ku çawa pêşketina kapîtalîzmê, guherîna avahîya malbatê, dabeşkirina kar û desthilatdariya baviksalarî, bi hev re cihê jinan di civakê de diyar kirine. Ew îspat dike ku bindestbûna jinan ne rewşek xwezayî ye, lê encama guherînên dîrokî ye: -Di serdema destpêka kapîtalîzmê de, jin ji karên kêrhatî hatin dûrxistin, karên wan wekî “nekar” hatin binavkirin û nirxê wan kêm hatîye dîtin. - Têkoşînên jinan ji bo mafên xwe “mafê dengdanê, mafê xwendinê, mafê kar û mûçeyek wekhev, mafê kontrolkirina jiyana xwe ya zayendî” bi berfirehî têne şîrove kirin. - Têkiliya di navbera çîna civakî û rewşa jinan de jî bi zelalî tê vekolîn: rewşa jina karker û jina çîna navîn her çend cûda be jî, herdu di bin bandora desthilatdariya mêran de bûn. Nivîskar bi zelalî û zimanekî hêsan, lê kûr, nîşan dide ku jin ne tenê mexdûrên dîrokê bûn, lê di her qonaxê de li hemberî vê rewşê berxwedanî kirine û guherînên mezin bi dest xistine. *Yekem xebatên ku dîrokê ji çavê jinan dinirxîne û valahiyek mezin di dîroknasiyê de tije dike. * Têkiliya di navbera pergala aborî û rewşa jinan de bi awayekî rast derdixe holê. * Ne tenê ji bo zanyaran, lê ji bo her xwendevanekî jî têgihîştî ye. * Ev pirtûk bingeha tevgerên femînîstî yên paşerojê danîye û li ser gelek lêkolînên din bandor kirîye. *Piraniya naverok li ser Brîtanyayê ye; rewşa jinan li
Kadının Gizlenmiş TarihiSheila Rowbotham · Payel Yayınları · 201111 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan
10/10
·250 syf.··
2025 4. kitabı
Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan ​Eqlê mirov terezûyeke mezin e, lê têra pîvana her tiştî nake. Mirov bi serê xwe nikare heqîqetê û rastiyê bi temamî fêm bike. Ji bo ku em di tarîtiya dinyayê de riya xwe winda nekin, Xwedayê Mezin ji nav me qasid û pêxember hilbijartine. Pirtûka Sadullah Taşan a bi navê "Serpêhatî û Peyamên Pêxemberan", van qasidên Xwedê û peyamên wan ên ronak bi zimanê me yê şêrîn tîne pêşberî me. ​Nivîskar di vê berhema hêja de, qiseyên ku di Qurana Pîroz de derbas dibin, ne tenê wekî çîrok, lê wekî ders, şîret û îbret pêşkêş dike. Wekî ku li ser bergê pirtûkê jî hatiye nivîsandin; "Di vê Quranê de çi qisse û serpêhatiyên pêxemberan hebin, hemû îbret, ders û şîret in." ​Ev pirtûk, ji bo kesên ku dixwazin dînê xwe, dîroka pêxemberan û peyamên îlahî bi zimanê dayikê fêm bikin, xezîneyeke mezin e. Sadullah Taşan, bi zimanekî sade û herikbar, me vedixwîne ser sifreya manewî ya pêxemberan. ​Ji bo ku em li dinyayê û axretê serfiraz û serbilind bin, divê em li şopa van pêxemberan biçin. Vê pirtûkê bixwînin û bidin xwendin da ku peyamên ilahî di dilê me de zindî bimînin.
Serpêhatî û Peyamên PêcemberanSadullah Taşan · Ronya Yayınları · 20234 okunma
GOTINÊN RÊNÎŞANDER
10/10
·110 syf.··
Beğendi
·
2025 2. kitabı
Teşxîsa Nexweşiyên Civakê û Rêya Çareseriyê: Gotinên Rênîşander Civaka me îro bi gelek nexweşiyên civakî, derûnî, siyasî û exlaqî re rû bi rû ye. Ev pirsgirêk dibin sedema feqîrî, zilm û bêaramiyê. Mamoste û Nivîskar Sadullah Taşan di pirtûka xwe ya bi navê "Gotinên Rênîşander" de balê dikişîne ser vê rastiyê û dibêje: "Nexweşiyên neyên teşxîskirin nayên dermankirin." Nivîskar di vê berhema hêja de, wekî doktorekî manewî pêşî nexweşiyên me yên civakî tîne ziman. Ji bo ku em van pirsgirêkan çareser bikin, ew me vedixwîne ser çavkaniyên me yên esil: Ayetên Qurana Pîroz, Hedîsên Pêxemberê Xwedê (sav) û gotinên navdaran. Pirtûk ne tenê derdan dibêje, dermanan jî nîşan dide. Di dawiya pirtûkê de nivîskar li ser heqîqeta van pirsgirêkan disekine û rêya xilasiyê bi zimanekî zelal û herikbar rave dike. Ji bo kesên ku dixwazin hem zimanê xwe yê dayikê pêş bixin, hem jî li ser halê civaka Îslamê tefekkûr bikin, ev pirtûk çavkaniyeke bêhempa ye.
Gotinen RenişanderSadullah Taşan · Ronya Yayınları · 20226 okunma
10/10
·80 syf.··
2025 40. kitabı
·
15 saatte okudu
·
Okunma: 09 Kasım 2025 23:27
Eyşem Jînda Pirtûka xwişka me, nivîskara me ye hêja Eyşem e Çil û Yek car , Çil û Yek carî pîroz be Dema dihat nivîsîn em jî wê kelecanî û xweşiyê bê par nebûn. Rastî jî dema jinên Kurd qelemê didin destê xwe gelek tiştên bi hêz û serkeftî dertên holê. Qelem dibe şur, em dibin şervanên evîna zimanê Kurdî Hêvî dikim xebatên ji bo zimanê dayikê zêdetir bibe û Xwedê pîroz bike
Çil û Yek CarEyşem Jînda · Doz Yayınları · 202513 okunma
Em hemû Rêwî ne.
9/10
·285 syf.··
Beğendi
·
2025 17. kitabı
Min ev pirtûk demeke dirêje xwendiye û ez dixwazim li ser vê pirtûkê çend tiştan binivîsim. Ku kengî vê pirtûkê bibînim naveroka wê wek fîlmekê ji ber çavên min re derbas dibe,Ango wek jiyana gelek Kurdan. Nivîskar İkram Oğuz vê romana xwe, bi zimanekî hêsan nivîsiye, dema mirov dixwîne qet aciz nabe,û di nava bûyeran de winda dibe, ji ber wê jî pirtûk wek avê diherike diçe. Mijara pirtûkê di navbera salên 1960 û 1980 de derbas dibe, di salên 60 de ti serhildaneke Kurdan pêk, nayê di wê navberê de jî dewlet qet disekine bi lez û bez û bi awayekî tundî dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê dike,û Rêwî destpê dike. Di pirtûkê de sê kesayet ên sereke hene. Şêx: mirovekî oldar e û karmendekî dewlemende. Mamoste Elî Riza: Kurd e û ji bo asîmîlasyonê xizmetkarê dewletê ye. Û Rêwî (Tajdîn): xortekî jîr,karker, zane û welatparêz e. Her Kurdekî/ê di dema ku zaroktiya xwe de,di dibistanan de bi Kurdî axivî ye û ji ber vê jî nijadperestî dîtîye. Û mamosteyên ku perwerde daye wan, her dem zimanê dayikê ji wan re qedexe kiriye, û Kurd bûna wan dîrok,ziman,çand û hwd ji wan re xirab daye nasîn... Ji ber wê jî gelek kesan xwe winda kiriye,û bûne xwedîyê gelek bîrdoz û ji koka xwe dûr ketine. Piştre ji wan kêm kesan ji dîsa fêrî zimanê xwe bûne û di nava wê xewna kirêt de hişyar bûne. Ji bo Kurd bûna xwe bûne xwedî hişmend.(em hemû rêwî yê xwe nasînê ne)Kurd jî wek vî rêwî yê rêya xelas bûn û hişmendî yê ji xwe re digerin,da ku xwe xilas bikin. Nivîskar di vê romana xwe de, pirsgirêka di nav civaka Kurdan de, û di heman demê de jî nakokiyên di navbera dewlet û Kurdan de bi awayekî balkêş datîne berbi çavan. Rêwî yê me (Tajdîn) di navbera mamoste, şêx û malbata xwe de dimîne. Mamosteyê wî dixwaze pêş bikeve lê Şêx û malbata wî jî naxwaze pêş bikeve, li gorî Şêx û malbatê ew bi vî
Kurdî
Rêwîİkram Oğuz · Doz Yayınları · 20172 okunma