Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi¹ ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasik re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê.
Wey lo lo Delal,
Delalê min delalîn e
Siwarê hespê kihêl î nêr î kab heşîn e
Hektorê min î kurdistanî
Lehengê min î vî zemanî
Dijmin biqasî Akîle ûsî
Ne egîd û mêrxas e ku wek wî
Li ser dijminê xwe Hektorî
Li xwe bixe û bigirî
Tu li erdê birîndar î
Êdî li erdê navê temamkirina birîndaran bûye mêranî
Êdî navê gorxerakeririn û
Destavêtina meytan bûye şer û qehremanî
Ez dixwazim tu bizanî
Ger keftaran tu parçe kiribî û kuştibî jî
Ferq nake, ew ê tim keftar bin û tu yê jî tim şêr bî
Tu şêr ji dayik bûyî û tu şêr mirî
Ji şêrbûnê mezintir nîn e ti serfirazî
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
divê ku hûn rihê xwe ronahî bikin û şev û rojên rih wek şev û rojên laşê mirov nîne, carina rih dikeve xeweke giran û şiyar nabe û dikeve nav şeveke dirêj û dernakeve. Carina mirov ji dayik dibe û dimire, bêyî ku rihê wî ji dayik bibe yan jî miribe. Bo ku rih jî ji xewê şiyar bikin, wan çavan ji xewê rakin ku di tarîtiyan de razane, wan guhan rakin ku ji mêj ve ye ti tiştek nebihîstine
Ahmed Arif di sala 1927an de li Diyabekirê ji dayik dibe. Li gor veguhastina Yılmaz Odabaşı di pêveka Hasretinden Prangalar Eskittim [Min Ji Hesreta Te Pranga Kevn kirin] de Ahmed Arif di hevpeyvîneke xwe de gotiye "bavê min ne kurd bû."Ahmed Arif helbesta xwe bi zimanê tirkî nivîsiye, lewma bi hunermendiya xwe xwemalî edebiyata tirkî ye. Lê bi giştî her çiqas Ahmed Arif wiha gotibe ji di helbesta wî de em ê bibînin ku wekî "kurd"ekî tê hesibandin. Û car bi car jî kurdan ew, yek ji nûnerên edebiyata xwe hesibandine.