H.

383 okur puanı
Ekim 2018 tarihinde katıldı
“Tixûbên zimanê min tixûbên cîhana min in" (Ludwig Wittgenstein)
Sayfa 35
Kurdî
Reklam
Xwediyên desthilatdariyê tenê bi darê zorê xwe li ser civakê ferz nakin an bi saya hêza qebe li ser piyan namînin. Di heman demê de bi riya dibistan û saziyên xwe yên çandî şikil didin fikr, raman û texeyula civakê û kirdeyên ku bi rizaya xwe serê xwe ditewînin diafirînin û hikmê xwe xurt dikin. Dikin ku berjewendî û armancên wan wek rastiyên gerdûnî bên temsilkirin. Bi gotineke din, rizaya çîn an gelên di bin tehakumê de hildiberînin ku ev temenê tehakuma wan dirêj dike. Lewma ji bo bidestxistina desthilatdariya siyasî, taybetî di civakên modern de, divê ewili qada çandî ku bi hemû şaxên xwe wek amrazên sazkirina hegemoniyê kar dike, bë destxistin. Bi têkoşîna di qada îdeolojîk û çandî de, bo guherîneke siyasî veguherîna fikr û ramanên civaka sivîl divê bê armanckirin. Gramsci ev jî wek hegemoniya beranber binavkiriye ku ji bo hilweşandina desthilatdariya serwer di warê çandî û civakî de lazim e bê avakirin.
Kurdî
H. tekrar paylaştı.
Kökenlilerin orklara yaranmaya çalışması
Siyah derili halk kendi kendini, hiç durmadan, beyazlara ispat zoruna koşan boynu eğik bir toplum düzenini sürdürmektedir. İlkin, beyazlar kendilerini aralarına «kabul» etsin diye, bulaşık yıkıyabileceklerini, ortalığı temizleyebileceklerini, okuyup yazma öğrenebileceklerini ve yaramaz çocuklar olmadıklarını ispat etmeleri gerekti…
...Îcar ev yek di siyaseta kurdên Bakur de weke her tiştî ruhî bi aweyekî eşkere nameşe. Xwe di bin kirasên gotinên qerase, siyaseteke fantastik, exlaqekî derwîşane, daxwazên ji rêzê vedişêre. Cihê ku kula xwe bikolê, xweliya biratiya gelan, xilasiya Rojhilata Navîn, aştiya dinê, ser de dike.
Sayfa 21
Kurdî
Xizanî ne tenê ne wekheviyê, belengaziya ruh jî bi xwe re tîne. Bi tunebûna xwe mirov dûre dûre jiyaneke rihet û estetik, xwestek û daxwazên serbilind; bi bandora ser derûniyê jî mirov dûre qedir û qîmeteke şexsî dike. Ku ev xizanî li ser destên ser-dest û dagirkeran be, barê mirov girantir, mêzîna nirxandinė aloztir dibe. Bandora wê li ser hiş û ruh zû bi zû paqij nabe.
Sayfa 21
Kurdî
Reklam