Her çiqas femînîzmê di dawiya sedsala nozdehemîn de wek tevgereke terefdariya hiqûqî û azadiya jinan dest pê kiribe jî ya rast ew e ku têkoşîna jinan a ji bo başkirina rewşa wan, xwe digihîne demên gelek berê. Berê jin usûlen wek “mêrê kêm” dihat pênasekirin ku heya sedsala hijdehemîn bawerî li ser vê yekê bû; tenê û tenê cinsek li siruştê heye û ew cins jî mêr e. Mesela li gor nêrîna Arîsto jin, parçeyekî winda ji taybetiyên mêraniyê ye. Zanista biyolojiyê jî di vê baweriyê de bû. Çimkî di lêkolînên anatomiyê de yên heya berî sedsala hijdemîn, cudahî di navbera biyolojiya mêr û jinê de qebûl nedikirin û di ser de jî endamê jinaniyê, wek endameke kurt û zeîf a meraniyê dihesibandin û jin wek "mêrê xesandi" bi nav dikirin. Ev fikra nedîtî, jin wek cinseke ku bê îstîsmarkirin, didan nîşan. Lê belê piştî ku di sedsala hijdehemîn de hin guherîn di zanista biyolojiyê de pêk hatin, bi wê yekê re nedurustbûna vê fikrê jî derkete holê û jin ji aliyê biyolojîk, ji nû ve hatin nasin