Kolonyalîzm ji jor de hin şert û qedexeyan datîne ser civakan, carinan wan ji cihûwarên wan dike, carinan zimanê wan qedexe dike, heta navê wan qedexe dike, çand û adetên wan bisînor dike, dest datîne ser keda wan; wan ji tradisyona wan, ji zimanê wan, ji welatê wan, ji xizmên wan diqetîne, bi înkar û îmhayeke sîstematik wan dorpêç dike. Ji dêvla li ber herkeke asayî ya dîrokê jiyana xwe bidomînin, bi şoqeke ji derve rastî erdhejekê tên neteweyên kolonî ango bindest. Ev tiştên hanė biyanîbûnekê, parçebûnekê bi xwe re tînin.