Di 2004an de Beesiyên ku ji Îraqê hatibûn Sûriyeyê berî maça futbolê ya tîmeki Qamişloyê û yekî Dêrezorê bi mexseda ku heyfa têkçûna Sedam a li Îraqê, li Qamişloyê ji kurdan bistînin, bi sileh û daran xwestin ku komkujiyekê li dij kurdan pêk bînin. Kurd li ber van êrîşan bêdeng nemabûn û bûyer ji wir gihaştibûn Amûdê, He-sekê, Serêkaniyê, Kobaniyê û heta taxên kurdan ên li Şam û Helebê û veguherîbûn rengê serhildanekê. Ev bûyera han jî bi awayekî dijkolonyal di nav romanê de cih digire. Li gor Fanon (2007: 86) şidet koloniyê ji kompleksa kêmbûnê, ji helwestên bêhêvî û bêzarbûyî xelas dike; wê bêtirs û rehabîlîte dike.
li civakên bindest şidet di her kêliyê û cihî de berê xwe ji yekî/ê dide yekî/e din: zilam û dezgehên rejîma dagirker li mêran dixin, mêr tên malê li jinan dixin, jin û mêr û mamosteyê dibistanê li zarokan dixin.
Ji ber ku tê qebûlkirin ku serdema kolonyalîzmê qediyaye, îro bi wateya piştî kolonyalîzmê bêjeya postkolonyalîzmê tê bikaranîn. Lê belê hîn jî mirov dikare şopên kolonyalîzmê bibîne di vê serdema postkolonyal de ji ber ku kolonyalîzmê di derûn, çand û nasnameya gelên berê kolonîzekirî de birînên mezin vekirine.
Berhemên wêjeyî û hunerî di nav xwe de bi hezaran dinya dihewînin, li ser darê dinyayê mirov hema çi bigre dikare di nav çîrok, roman û helbestan de jî peyda bike û wateyek an jî gerînek li pişt van bûyeran derxîne pêşberî çavan.